Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir 2024-02-26 15:31:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê ya hêla xizmên girtiyan ve tê meşandin kir. Hatîmogullari banga xwedîderketina çalakiyê kir û wiha got: “Heke hêj jî dayika ku zarokê wê di nava kutuya kargoyê de teslîmî wê kirine bibêje ‘ez aştiyê dixwazin’, divê dayikên leşkeran jî vê bibîhîsin.”    Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çarseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li gelek bajaran hatiye destpêkirin, berdewam dike. Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MATUHAY-DER) li avahiyê rêxistina navçeya Sûltanbeylî ya DEM Partiyê hatiye destpêkirin jî ket roja 77’emîn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari serdana çalakgerên nobetê kir. Hatîmogullari bi çepik, tilîlî û diruşman hate pêşwazîkirin.   Di serdanên de ewilê çalakgera nobetê Fînce Akman axivî, Akman destnîşan kir ku ev 3 sal in ew tu agahiyê ji Îmraliyê nagirin û ev tişt gotin: “Em êdî ji şer û xwînê westiyan. Heya ku tecrîda ser Abdullah Ocalan neyê rakirin, dê aştî neyê vî welatî. Em êdî dibêjin dema aştiyê ye. Heya birêz Ocalan û xizmên me yên girtî neyên berdan, em ê dest ji çalakiya xwe bernedin.”    ‘DIVÊ DAYIKÊN TIRK BIBIHÎSIN’   Piştre Tulay Hatîlmogullari çalakgeran û nobeta wan silav kir û ev tişt gotin: “Îro li her çar aliyê Tirkiyeyê ji bo tecrîda belavî tevahiya welat bûye were rakirin çalakî tên kirin. Dema em daxuyaniyên girtiyan dinêrin, dibêjin ku ew ê piştî hilbijartinê dest bi grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger bikin. Divê ji bo ku rewş girantir nebe, gav bên avêtin. Binêrin dîsa dayikên me yên vê derê bi diruşma ‘Êm ji bo edaletê tecride bişkînin, ji bo aştiya civakî ji girtîgehan re bibin deng’ çalakiyên xwe didomînin. Ji bo ku hemû gelên li Tirkiyeyê vê bangê bibihîsin, divê taybetî dayikên tirk bibîhisin. Heke hêj jî dayika ku zarokê wê di nava kutuya kargoyê de teslîmî wê kirine bibêje ‘ez aştiyê dixwazin’, divê dayikên leşkeran jî vê bibîhîsin. Ji ber israrkirina pirsgirêka kurd, tecrîdê girantir dike.”    ‘EM BIBIN PIRA AŞTIYÊ’   Hatimogullari axaftina xwe wiha domand: “Armanca çalakiya dayikên me û girtyan, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd e. Wek gelên li Tirkiyeyê tu pirsgirêka me bi hev re nîn e. Em dixwazin di çorçoveya hemwelatiya wekhev de bijîn. Daxwaza dayikên me daxwaza me ye, têkoşîna wan têkoşîna me ye. Em wek DEM Partî dixwazin ev pirsgirêk bi awayeke demokratîk were çareserkirin û dibêjin, ‘werin em bi hev re tecrîdê rakin, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêvajoya diyalogê bi hev re bidin destpêkirin.’ Gelê kurd aştiyê ji zû de heq kiriye. Werin em pira aştiyê bi hev re ava bikin. Ez we hemûyan bi heskirin û rêzdariyê silav dikim.”    Hatîmogullari piştî serdana Nobeta Edaletê, ji bo tev li hevdîtina gel a ji bo danasîna namzetên hevşaredariya Sûltanbeyliyê yên DEM Partiyê tê kirin, derbasî Qada Navenda Bajêr a Sûltanbeyliyê bû.    WAN   Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) di roja 84’emîn de li avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê berdewam kir. Gelek xizmên girtiyan û welatî serdana nobetê kirin.    Nobet bi berzkirina diruşma “Bijî berxwedana zindanan” û gotina stranan dom kir.    AMED   Nobeta Edaletê ya ku li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 84’yan de berdewam kir. Çalakvanan bi pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” kesên hatine serdanê pêşwazî kirin. Nobeta nava rojê dom kir, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.  Nobeta Edaletê ya li Amedê hatiye destpêkirin di roja 84’emîn de berdewam dike.    ÊLIH    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Êlihê hatiye destpêkirin di roja 25’an de li avahiya DBP’ê ya bajar berdewam kir. Rêveberên DEM Partî û DBP’ê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar hatin serdana nobetê. Di nobetê de beşdaran bertek nîşanî zextên li ser kurdan dan û helbestên bi mijara azadiyê hatin xwendin. Di nobetê de gelek caran diruşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, û “Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin” hatin berzkirin.    Nobet bi gotina stranan û berzkirina diruşman didome.    ÎZMÎR   Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiyên rêxistinên Menemen û Çîmentepê yên DEM Partiyê hatiye destpêkirin, di roja 28’emîn de berdewam kir. Dayikan pêşmalkên li ser kurdî û tirkî "Tecrît sûce mirovahiye ye", "Deng bide dengê mirovahiyê", "Ji Girtiyên nexweş re azadî" li xwe kirin. di çalakiyê de gelek caran diruşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Heq, hiqûq, edalet”, Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin û tilîlî hatin avêtin.    BERTEKA CPT’YÊ   Dayika Denîz Poyrazê Fehîme Poyraz bertek nîşanî CPT’ya ku hatiye Tirkiyeyê û serdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nekiriye da. Poyraz xwest ku CPT peywira xwe pêk bîne û destnîşan kir ku bêhiqûqiya li dijî Ocalan tê meşandin, navneteweyî ye. Poyraz bi bîr xist ku Ocalan ji bo aştî, demokrasî û edaletê têkoşînê dimeşîne û da zanîn ku ji bo ev tişt pêk werin, divê Ocalan azad bibe.