Li Stenbol û Îzmîrê li dijî SMF’ê, ESP’ê û Partîzanê operasyon 2024-02-27 10:19:57   STENBOL/ ÎZMÎR - Di serdegirtinên malan ên serê sibê de endam û rêveberên ESP’ê, Partîzanê û SMF’ê di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Berdevkê Demê yê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Bariş Kayaoglû, endam û rêveberên Meclisên Jinan ên Sosyalîst (SKM), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Partîzanê di nav de gelek kes di serdegirtinên malan ên serê sibê de li Stenbolê hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehate zanîn.    Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Ji SMF’ê Bariş Kayaoglû û Metîn Keleş; ji Partîzanê Îbrahîm Hakki Eren û Selda Aydogdû, ji SKM’ê Ezgî Gurbuz û Hacer Elçîn, ji ESP’ê Alî Haydar Keleş, Alî Karaçay, Mehmet Acettîn, Mesût Çekî, Huseyîn Gultepe, Ûgûr Ok, ji Eniya Gel (Halk Cephesi) Selda Aydogdû.    Buroya Hiqûqê ya Bindestan di daxuyaniya xwe ya li ser hesabên medyaya dîjîtal de diyar kir ku polîsan di serdegirtinên malan de tundî û îşkence kiriye. Buroyê da zanîn ku polîsên bi serdegirtina mala Ûgûr Ok ê ESP’î ew binçavkirin tundî li endamê Federasyona Komeleyên Ciwanan ên Sosyalîst (SGDF) Mazlûm Ortaç ê li malê bû kirine û wêneyê tundiyê parve kirin. Hate diyarkirin ku di encama tundiyê de serê Ortaç şikestiye.    ÎZMÎR    Di serdegirtinên li Îzmîrê hatin kirin de jî Berdevka Giştî ya SKM’ê Tanya Kara, endama Meclisa Giştî ya SKM’ê Melîha Kayaci, endamên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) T.K., Şerîfe Alpozel û Mahîr Kiliç hatin binçavkirin. Têkildarî sedema binçavkirinê agahî nehatin dayîn û hate zanîn ku hevdîtina bi parêzeran re ji bo 24 saetan hatiye sînorkirin.    Kesên hatine binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê.