Li Geverê dolmişên dibistanan careke de kontax girtin 2024-02-27 12:55:29   COLEMÊRG - Li Geverê hinek ajokarên dolmîşên dibistanan ji ber heqdestê wan yên navberdemê nehatin razandin, cara duyem kontax girtin.    Li navçeya Gevera Colemêrgê hin ajokarên dolmîşên dibistanan ji ber fîrmaya têkildar heqdestê wan ê serdema navîn nerazand, cara duyem kontax girtin. Berî niha jî heman fîrma heqdestê ajokaran nerazandibû û ajokar di 5’ê sibatê de kontax girtibûn. Piştî Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Geverê îhale betal kir, ajokar dest bi kar kiribûn. Ji ber çareseriyek di dema derbasbûyî de nehate dîtin û îhaleyê fîrmayeke dervejî bajêr stend, ajokar careke din kar berdan. Ajokar destnîşan kirin ku ew pereyên xwe nastînin û serlêdanên ew ji saziyan re kirine jî bêbersiv mane.    GEFA QEYMEQAM   Ajokaran anîn ziman ku ew bi rayedarên fîrmaya îhaleyê stendiye re hevdîtinê kirine û dan zanîn ku şûna çareserî were dîtin, gef li wan hatiye xwarin. Ajokaran dan zanîn ku Qeymeqamê Geverê Omer Cîmşît ji wan re gef xwariye û gotiye ku heke ew guhezbariyê nekin, ew ê hin ajokarên din bidin xebitandin.    BI ÇEKÊ AJOKARIYÊ DIKIN   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Colemêrgê Oznûr Bartin mijarê xist rojeva Meclistê û ji bo bibersivîne ji Wezîrê Perwerdeya Neteweyî pêşnûmepirs amade kir. Bartin di pêşnûmepirsa pêşkeşî Wezîrtiyê kiriye de anî ziman ku xwendekar û malbatên wan xwe gihandinê wê û li gorî agahiyên pê re hatine parvekirin, “Cerdevanên gundan bi çekên xwe yên otomotîk/nîv otomotîk ajokariya dolmişên dibistanê dikin”. Bartin diyar kir ku ji ber vê rewşê malbat û xwedekar biguman in.