Tunela ku beriya 11 salan dest bi çêkirina wê hate kirin hêj xelas nebûye 2024-02-27 13:24:45   WAN - Duh li ser rêya Wan û Colemêrgê aşut hate xwarê kesekê jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn. Karesata aşutê bal kişandin ser înşaeta tunela li Siwara Gozeldereyê ku 11 sal in xelas nebûye. Welatiyan bi gotina “ji bo ku Colemêrgê xelas bike bû namzet lê bila ewilî tune li vir xelas bike” bertek nîşanî namzetê şaredariyê yê Colemêrgê yê AKP’ê Îsmet Olmez ê îhaleya tunelê wergirtiye dan.    Duh li ser rêya Wan û Colemêrgê di encama ketina aşutê de mînîbusa rêwiyan di bin berfê de ma jina bi navê Memîhan Şengulen jiyana xwe ji dest da û 14 rêwî jî sax xelas bûn. Bûyera qewimî dîsa bal kişand ser Siwara Gozeldere ku weke “32 vîraj” tê zanîn û di kîlometreya 80’yan a rêyabêjahiyê de ye û bi taybetî di mehên zivistanê de dibe sedem ku belek mirov jiyana xwe ji dest bidin.    Înşaeta Projeya Tunela Siwara Gozeldere beriya 11 salan hate destpêkirin. Projeya tunelê ku namzetê şaredariya Colemêrgê yê AKP’ê Îsmet Olmez û kurê Îskender Ertûş ê li navçeya Elbak a Wanê namzetê AKP’ê ye wergirtine, tevî ku evqas sal bi ser re derbasbûne jî hêj nehate xelaskirin.    Ji ber tünele bi tu awayî nayê temamkirin mirov hêj li ser rêyabejahiyê jiyana xwe ji dest didin. Di sala 2022’yan de di encama hezaza di înşaeta tunelê de çêbû, 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan.    Lê weke ku hesaba nexelaskirina înşaetê ya bi salan nehate pirsîn, têkildarî van mirinan jî derbarê her du kesan de doz jî nehate vekirin.    HER SAL BI DEHAN QEZA ÇÊDIBIN    Rêwî û ajokarên wesayîtan ên li ser rêya Wan û Colemêrgê ya piştî karesata aşûtê hate girtin asê man, ji duh şev ve li benda vekirina rê ne. Nayê zanîn ku rêya bi kîlometreyan dora wesayîtan çêbû dê kengê were vekirin.    WELATIYAN BERTEK NÎŞAN DA   Miduriyeta Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ya Bajêr bi hinceta xetereya aşûta duyemîn tîmên rêyabejahiyê hişyar kir ku rê neyê vekirin. Bi sedan kesên di noxteya kontrolê ya li herêma Albayrak hatine sekinandin, ji ber mirovên pîr û nexweş bi wan re hene daxwaz kirin ku rê heta Tesîsa Bêhnvedanê ya Ovayê ku 8 kîlometreyan pêş e rê were vekirin.    Welatiyên ku ev daxwaza wan ji aliyê rayedarên leşkerî ve nehate qebûlkirin, bertek nîşanî rewşê dan û rewşa tê de weke “zilmê” penase kirin. Welatiyên ku bi saetane li ber hewayê sar dimînin, ji bo gerim bibin agir pêxistin.    Yek ji welatiyan Ethem Gunay ê mexdûriyeta xwe anî ziman wiha got: “Leşker û polîsan rê girtibû. Gotin ‘aşût hat, rê tên paqijkirin’. Em heta saet 00.00’an sekinîn pişt re leşker hatin gotin ‘Heta ku Walîtî destûra derbasbûnê nede hûn nikarin derbas bibin’. Li ser vê rêyê her sal aşût dikeve û bi dehan qeza çêdibin. Walîtî hema bêje heqaretê li me dike. Rewşeke ecêb anîn serê me.”    ‘BILA EWILÎ TUNELA LI VIR BIQEDÎNE’    Ajokarê kamyonê Metîn Koç jî anî ziman ku herêma 32 vîrajan her sal ji bo wan cihê tirsê ye û bertek nîşanî xelasnekirina înşaeta tunelê da.    Koç bi gotinên “Firmaya Olmez Înşeat ku xwediyê wê namzetê şaredariyê yê Colemêrgê yê AKP’ê Îsmet Olmez e bi salan e ev proje xelas nekir. Îsmet Olmez ê qaşo ji bo xelaskirina Colemêrgê bûye namzet bila ewilî tune li vir biqedîne.”