Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê serdana Rojnameya Agosê kirin 2024-02-27 14:58:03   STENBOL - Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Stenbolê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî serdana rojnameya Agosê kirin.     Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Stenbolê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî serdana Rojnameya Agosê ya li Şîşliyê kirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz û rêveberên bajêr bi Beştaş û Çepnî re bûn.    Hevjîna Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ê di 19’ê çileya 2007’an de hate qetilkirin, Rakel Dînk û xebatkarên rojnameyê pêşwazî kirin. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.    Şandeya u Beştaş û Çepnî di nav de cih digirin pişt re dê serdana Weqfa Piştevanî û Perwerdehiyê ya Mêrdîniyan (MAREV) a li Ataşehîrê bikin.