Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan 2024-02-27 18:25:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê ji serdanên malan heya bi fabrîkeyan hevdîtin bi jin, kedkar û hilberîneran re kirin û guh li pirsgirêkên wan kirin û soza çareseriyê dan.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de gund bi gund, navçe bi navçe û bajar bi bajar xebatên xwe didomîne.    ŞIRNEX   Li navçeya Basa ya Şirnexê danasîna namzetên hevşaredariyê Fehîme Elkoca û Emîn Dayan ên partiyê hate kirin. Ji bilî Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan gelek kes tev li hevdîtina bi gel re bûn. Di hevdîtina coş lê zêde bû de namzetên hevşaredariyê peyama “Basa ne bi tenê ye” dan. Piştî govenda hate gerandin partî bi konvoyê derbasî bajaroka Perevane ya navçeya Basayê bûn û bi gel re hatin bahev.    RIHA/SERÊKANIYÊ   DEM Partî li navenda Serêkaniyê û gundên wê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Yek ji namzeta hevşaredariyê Rahşan Yazar li navenda navçeyê serdana malan kir. Yazar bi jinan re hevdîtin kir û pirsgirêkên wan guhdar kir. Namzetê hevşaredariyê yê din Ûgûr Kahraman jî serdana koçeran kir. Kahraman ê li gundên Sukna, Offa, Xizeyr, Kertel û Şêxanî bi gel re hate bahev, projeyên rêveberiya herêmî ya partiya xwe vegot. Namzetên hevşaredariyê pişt re serdana Bazara Heywanan kir. Serdanan bi esnafên Sîteya Senayiyê û esnafên li navenda bajar berdewam kir.    KOCAELÎ   Namzetên hevşaredariyê yên Dîlovaya Kocaeliyê Şevîn Coşkûn û Mûstafa Avci beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya li Taxa Dîlîskelesiyê bûn. Avci ragihand ku dê heya hilbijartinê bênavber bixebitin û got ku aramnca wan ew e ku herî kêm 20-25 caran biçin her malê.    Paşê buroya hilbijartinê hat vekirin.    DÊRSIM   DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê yên li Dersimê bênavber didomîne. Namzetên hevşaredariyê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak tevî nûnerên partiyên siyasî li Harçîkê serdana herêma pîşesaziyê kirin. Her wiha serdana malên extiyaran û dikandaran kirin. Namzetên hevşaredariyê serdana karkerên li fabrîkayê kirin û guh li pirsgirêkên wan kêirin û soza çareseriyê dan.