ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN 2024-02-28 09:00:25   * Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Koma Mîran û Bulamê ew ê li gor daxwaz û xwestekên gel tevbigerin û gotin ku dê şaredariya gel ava bikin û bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin.    * Ji karkerên li Balafirgeha Navneteweyî ya Çûkûrovayê dixebitin yên ne endamên AKP'ê ne ji kar tên derxistin. Ji karkerên ji kar hatin avêtin M.A anî ziman ku feraseta “ger tu ne ji me bî tu nikarî bixebitî" sîrayetî hemû qadan kiriye.    * Cîgira Seroka Meclisa Jinan a Rêveberiya Xweseriyê ya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Melê diyar kir ku bi peymana civakî ya nû re jin di her qadê de bi kotaya ji sedî 50 di nava pergalê de cih digirin û got: "Jin tenê ne di warê temsliyetê de, di merhaleyên biryarê de jî xwedî gotin in."   * Jinên nunerên saziyan destnîşan kirin ku ew ê îsal jî di 8’ê Adarê de li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan bin û gotin: “Em îtaetê nakin. Em ê bi serhildanan xwe ve di 8’ê Adarê de li kolanan bin, em li benda hemû jinan in.”    * Namzetên Hevşaredariyê yên Mûşê yên DEM Partiyê anîn ziman ku ew ê li dijî texrîbat û ranta AKP’ê bi salan e daye avakirin dê bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin.    * Oy ve Otesî dê têkildarî hilbijartinên herêm plan û amadekariyên xwe aşkere bike. (10.00)    * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-17.00)    * DEM Partî dê li gelek bajaran di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çalakiyan li dar bixe. (11.00-19.00)   * Li gelek bajaran dê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyên cuda bên lidarxistin. (10.00-15.00)    * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li navçeyên girêdayî Êlihê bi gel re bê bahev. (11.00-18.00) ZINDΠ   * Şaxa ÎHD’a Amedê dê rapora binpêkirinên mafan ên di sala 2023’yan de li Kurdistanê hatine jiyîn aşkere bike. (12.00)