Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2024-02-28 10:28:24   STENBOL - 12 jinên dema binçavkirinên li Îzmîr û Stenbolê li Kadikoyê protesto dikirin hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Endamên Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Partîzanê ji bo protestokirina binçavkirinên li Stenbol û Îzmîrê duh li Kadikoyê çalakî lidarxistin. Di çalakiyê de polîsan êrişî girseyê kir, 12 jin binçav kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Piştşî kar û barên îfadegirtinê, di saetên dereng ên şevê de hatin berdan. Navên kesên hatine berdan wiha ne: “Hîvda Selen, Ebrû Yîgît, Sîmge Hatun Ozturk, Serpîl Topal, Aynûr Ergul, Leyla Can, Zuleyha Muldur, Elîf Baysal, Fatma Gulseren, Besra Îşsever û Hatîce Denîz Aktaş.”