DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast 2024-02-28 11:09:30   AMED - Nûnerên DFG û TGS’ê ji bo Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku 10 meh in girtî ye sibe danişîna wê tê lidarxistina banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: "Ev danişîn ne tenê ji hêla rojnamegeran ve, ji bo civakê jî girîng e. Ji ber ku Dîcleyê mafê agahîgirtinê yê civakê parast.”    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû jî hate binçavkirin û di 3’yê Gulanê Roja Rojnamegeran a Cîhanê de hate girtin. Muftuoglû dê sibê careke din derkeve pêşberî dadgehê.    Rojnameger Muftuoglû bî îdiayên “avakirin û birêvebirina rêxistinê" û “endamtiya rêxistinê” tê darizandin û danişîna wê ya sêyemîn dê sibe saet di 10.45’an de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin.   Edîtora JINNEWSê û Sekretera DFG'ê Gulşen Koçuk û nûnerê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) ya Amedê Mahmût Oral ji bo piştevaniya Muftuoglû banga piştevaniyê kirin.    ‘ROJNAMEGERÎ TÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN’   Sekretera DFG’ê Gulşen Koçuk destnîşan kir ku di salên dawî de tim rojnamegerî tê krîmînazîkirin û wiha got: “Ya rastî ya tê darizandin ne tenê Dîcle Muftuoglû ye. Me di darizandina hevalên xwe yên dîn de jî dît bê ka rojnamegerî çawa tê krîmînalîzekirin. Axaftina hevalên me bi çavkaniyên xwe re kirine, cihê ku ji bo çêkirina nûçeyan çûbûnê, gera wan, axaftinên bi malbatên xwe re kirine, dan û standinên wan tevek weke sûc derdikevin pêşberî rojnamegeran."    'DEMA DESTHILAT DIKEVE ZORÊ JI EWIL ROJNAMEGERAN HEDEF DIGIRE’   Koçuk, anî ziman ku dema desthilat dikeve zorê ji ewilî rojnamegeran hedef digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me beriya niha jî dît. Kengî ku pêvajoya pevçûnê dest pê kir, kengî ku desthilat bikeve nava krîzê, ji ewil rojnamegeran hedef digire. Ev yek ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, li her dereke cîhanê rêbaza yekemîn a a desthilatan e. Dema em li daneyên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) dinêrin, em dibînin ku rewşa Tirkiyeyê ji hêla mafê agahîgirtinê ya rojnamegeran ve nebaş e. Muftuoglû girtî ye, ev yek jî vê mijarê piştrast dike.”    ‘DÎCLE MAFÊ AGAHÎGIRTINÊ YÊ CIVAKÊ DIPARÊZ E'   Koçuk, bi bîr xist ku Muftuoglû rojnameger e û da zanîn ku sedama girtina wê jî rojnamegerî ye. Koçuk, diyar kir ku danişîna ku sibê dê were lidarxistin ne tenê ji hêla rojnamegeran ve, ji hêla civakê ve jî girîng e û wiha pê de çû: "Dîcleyê di parastina xwe de ne tenê rojnamegerî, mafê agahîgirtinê yê civakê jî parast. Ji ber vê yekê piştevaniya li wê derê tê nîşandan hem ê pîşeya rojnamegeriyê xurt bike hem jî dê mafê agahîgirtinê yê civakê û mafê hînbûna heqîqetê yê civakê xurt bike.”    Koçuk, banga piştevaniyê li hemû rêxistinên pîşeyî, hempîşeyên xwe û raya giştî ya demokratîk kir û vexwend pêşiya Edliyeya Amedê.     ORAL: EM NE LI BENDA RÊZGIRTINÊ ÎKTÎDARÊ NE   Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmût Oral jî anî ziman ku girtina Muftuoglû ya di 3’yê Gulanê Roja Rojnamegeriya Azad a Cîhanê de nêzîkatiya desthilatê dide der. Oral, da zanîn ku ew ne li bendê ne ku desthilata li dijî rojnamegeriyê ewqas bêpîvan û xirabiyeke mezin tevdigere, rabe rêzê ji rojnamegeriyê re bigire. Oral bi bîr xist ku wekî Muftuoglû niha 13 endamên komeleya wan jî girtî ne.    ‘ARMANC DORPÊÇKIRINA ÇAPEMENIYÊ YE’   Oral, anî ziman ku hevalên wan di demên herî afirîner de yan li girtîgehan tên ragirtin an jî li eywanên edliyeyan neçar dimînin ku parastina rojnamegeriyê bikin. Oral, wiha dom kir: "Piştî îktîdara heyî di sala 2002'yan de li ser kursiya desthilatê rûniştî, ji ewil dest pi operasyonên çewisandina çapemeniyê kir. Dema mijara behsa xeberê dibe rojnamegerên kurd, hêj bêhtir bêpîvan, xemsar û bêrehmî tevdigerin."    ‘DIVÊ ROJNAMEGERÎ WEKE XEBATEKÎ TERORÎZMÊ NEYÊ DÎTIN’   Oral, bilêv kir ku tevahiya tiştên Muftuoglû pê tê sûcdarkirin xebatên rojnamegeriyê ne û wiha pê de çû: "Me gelek caran anî ziman ku divê êdî rojnamegerî li Tirkiyeyê weke xebateke terorîzmê neyê dîtin. Dê sibê careke din danişîna Muftuoglû were lidarxistin. Wek rêxistinên rojnamegeriyê me çendek roj berê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bikin. Hêvî dikim bersiva banga me bidin û piştgiriya bi Dîcle Muftuoglû re zêdetir bibe.”    ‘ÇAPEMENIYA KURD TU CARAN BÊDENG NEMA’   Herî dawî jî Oral ev tişt anî ziman: "Li Tirkiyeyê zextên ser rojnamegeran roj bi roj zêdetir dibin. Diyar e ku dê desthilat dest ji van nêzîkatiyên xwe yên bêpîvan bernede lê belê dê nikare rojnamegeran jî biçewisîne. Rojnamegerên di nava çapemeniya kurd de cih digirin, bi dehan hevalên xwe winda kirin. Tevî vê yekê jî bêdeng neman. Ji ber vê yekê bi tirsandinê, bi binçavkirinê, bi girtina saziyan ne pêkan e ku desthilat dengê rojnamegeriyê û rojnamegeran asteng bike. Em wek kes, bang dikin ku her kes piştgiriyê bide hempîşeya me û wek sazî jî bang dikin ku hemû rêxistinên çapemeniyê vê danişînê bişopînin. Divê piştevaniyeke xurt bidin Muftuoglû."