Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin 2024-02-28 13:08:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava 24 saetên dawî de 8 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. KCDP’ê ji bo çalakiyan bangî tevahiya jinan kir.    Di demekî ku jin ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê amadekariyan dikin de ji gelek deveran agahiyên qetilkirina jinan tên. Di nava 24 saetên dawî de li Îzmîr, Bursa, Sakarya, Erzirom, Denîzlî, Semsûr û Stenbolê 8 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin.    Navên jinên hatine qetilkirin wiha ne:    “*Sevîlay Karli li Pendîk a Stenbolê ji hêla Umît Karli ve hate qetilkirin ku 5 meh berê hev berda bûn. Kujer Karli hate binçavkirin.    *Alî Riza Aslan li navçeya Akyazi ya Sakaryayê hevjîna xwe Hatun Ekrem Aslan bi çekê qetil kir ku di pêvajoya hevberdanê de bûn.    * Jina bi navê Emîne Ulku Araz li Çekmekoy a Stenbolê ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirin.    *Ozlem Çankaya li Îzmîrê ji hêla zilamê ku cuda dijiyan ve hate qetilkirin.    *Zilamê bi navê Mûrat Demîr li Bursayê Tuba Ateşcî bi çekê qetil kir ku par hev berda bûn.    * Kesê bi navê Kasim a., li navçeya Samsat a Semsûrê hevjîna xwe Tuba A., Abîdîn A. û kurê Abîdîn A. ê 9 salî Mûstafa A. bi çekê qetil kir.    *Jina efgan Nasim Gol Karîmî li Denîzliyê ji hêla hevjînê xwe Mohammed Esmaîl Habîbî ve hate qetilkirin. Faîl hate binçavkirin.    * Kesê bi navê Şafak Saydam ku di 19’ê sibatê de li Erziromê ji girtîgehê firar kir, bi çekê Erişî Elîf Saydam kir û Saydam 9 roj piştre jiyana xwe ji dest da.    BANGA ÇALAKIYÊ   Platforma Em ê Pêşiya Cînayetên Jinan Bigirin piştî ku 8 jin di nava 24 saetan de hatin qetilkirin, banga çalakiyan kir. Platformê da zanîn ku dê di 3’yê adarê de li pêşiya Sureyya Operasiyê ya li Kadikoy a Stenbolê çalakiyê li dar bixin û wiha got: “Di 2 rojan de 8 jin hatin qetilkirin. Ev ne tiştekî rashatî ye, berhema îktîdarê ye. Yên ku çareseriyên ji bo pêşîlêgirtina cînayetên jinan jinedîtî ve tên, van nûçeyan jî jinedîtî ve tên. Hemû civak dibîne ku ev daneye jiberxwe ve çênabin. Em ê hesabê bi sedan jinên ji bo azadiya jiyana xwe têdikoşiyan û hatine qetilkirin bipirsin. Em te jî vedixwînin têkoşîna xwe ya bibiryar. Tu jî di 3’yê adarê saet di 15:00’ê de were pêşiya Sureyya Operasiyê ya Kadikoyê.”