Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin 2024-02-29 09:25:37   MÊRDÎN - Ji bo betalkirina planên îmarê yên qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo alîgirên xwe pêşkeş kiriye, li dadgeha îdareyê serlêdan hate kirin.    Şaxa Odeya Plansazên Bajêr (ŞPO) a Amedê ya girêdayî Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) ji bo betalkirina plana îmarê ya qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê were betalkirin serlêdan kir. Lê belê îtîrazên hatine kirin, hatin redkirin. Li ser vê yekê ŞPO'yê ji bo plansaziyên îmarê werin betalkirin doz vekir.    SERLÊDANA JI BO BETALKIRINA PLANAN     ŞPO'yê ji bo revîzekirina plansaziyên nû yên Qoser û Nisêbînê bên betalkirin, li Dadgeha Îdareya Mêrdînê gilî kir. Di giliyê de hat xwestin ku plansaziyên hatine amadekirin werin sekinandin û betalkirin. ŞPO'yê destnîşan kir ku planên hatine çêkirin ne li gorî “giştînameya çêkirina planên mekanî” ne û wiha got: “Ji ber di plansaziya sererastkirinê ya îmarê de hesaba nifûsê nehatiye kirin, plansazî ne li gorî bajarvanî û esasên plansaziyê ne û ev yek hatiye piştrastkirin, em dixwazin plansazî were sekinandin û betalkirin.”   Ajansa Mezopotamyayê (MA) di 10’ê çileyê de mijarê bi sernavê "Mêrdîn’de parsel parsel imar vurgunu"  anîbû rojevê. Hatibû destnîşankirin ku di plansaziyên hatine çêkirin de bertil hatiye girtin. Di plansaziyê de avahiyên ku destûra avahiyên ji bo 2 qatan hatiye dayîn derxistine 7’an, ya ji 3 qatî hatiye dayîn derxistine 6’an, ya ji 4 qatî hatiye dayîn derxistine 8’an, ya ji 5 qatî re hatiye dayîn derxistine 9’an, û hatibû diyarkirin ku dê avahiyên 6 qatî karibin di nava parqan de werin çêkirin, û karibin van deran veguherîn xanî û kargehan. Tevî zêrîngir û mutahîtan şebekeyek habibû avakirin û plansaziyên îmarê bi vî awayî hatibûn çêkirin.    MA / Ahmet Kanbal