Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir 2024-02-29 10:26:59   AMED - Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” dihat darizandin, beraet kir.    Duyemîn danişîna doza edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz ku di 29’ê nîsanê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hatibû binçavkirin û di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatibû girtin û bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Avakirin û birêvebirina rêxistinê” tê darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin.    Yilmaz û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî danişîn şopandin.    Dozger xwest ku ceza li Yilmaz were birîn. Yilmaz, diyar kir ku ji bo nûçeyan çûye Qendîl û Pirsûsê ev yek weke sûc hatiye nîşandan. Yilmaz, nûçeyên çêkirî pêşkeşî dadgehê kir. Yilmaz, got ku îfadeyên şahid hev nagirin û xwest beraet bike.    Parêzera Yilmaz, Şûle Recepoglû jî diyar kir ku di lêpirsînê de lêkolîneke baş nehatiye kirin û got ku bi qeydên HTS’ê, qeydên hotêlên miwekîlê wê lê ma ye û xebatên rojnamegeriyê re dozger hewl daye îdiayên xwe xurt bike.    Parêzerê Yilmaz Veysel Ok jî anî ziman ku îdiayên dozgeriyê delîla rojnamegeriya Yilmaz in. Parêzer Resûl Temûr jî da zanîn ku îfadeyên şahidê nepen divê esas neyên girtin.    Dadgehê ji bo Yilmaz biryara beraetê da û biryara qedexeya derketina derveyî welat jî betal kir.