Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin 2024-02-29 10:28:15 STENBOL - Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di 2’yê adarê de bi sernavê “Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Têkoşîna Aştî û Azadiyê” li Otela Elît Word a li Taksîma Stenbolê dê konferansekê li dar bixe.  Axaftina vekirinê bi ser navê organîzasyonê dê Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan û Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz bikin. Rûniştina ewil a konferansê dê bi sernavê “Weke Qadên Zext û Berxwedanê Girtîgeh û Mekanên Tecrîdê/Ceribandinên Navneteweyî” be û dê moderatoriya wê jî Sezîn Ûçar bike. Di berdewama rûniştinê de ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol dê bi sernavê “Pergala Tecrîdê ya li Îmraliyê”, parêzerê Mandela Kisten Govender bi sernavê “Mandela û Tecrubeye Başûrê Afrîkayê” û Urko Alrtza Azurtza bi sernavê “Tecrubeya Baskê û Girtîgeh” dê pêşkeşiyan bikin.    LI TIRKIYEYÊ KRÎZA DADGERIYÊ   Sekretera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Oya Ersoy dê moderatoriya rûniştina duyem a bi sernavê “Li Tirkiyeyê Wek Teknîkekî Rêveberiyê ya Rakirina Asqiyê ya Hiqûqê” tê kirin bike. Di vê rûniştinê de parêzerê OHD’ê Şevîn Kaya bi sernavê “Dadgaha Destûra Bingehîn û Nesepandina Biryarên AÎHM’ê” rojnamevan Alî Dûran Topûz bi sernavê “Li Tirkiyeyê Krîza Dadgeriyê” û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî bi sernavê “Rejîma Înfazê ya li Dijî Girtiyên Siyasî Giran Dibe” dê pêşkeşiyan bikin.    AŞTÎ Û ÇARESERIYA DEMOKRATÎK    Rûniştina sêyemîn jî dê bi sernavê “Aştî, Çareseriya Demokratîk û Diyalektîka Azadiyê” dê were kirin. Moderatoriya vê rûniştinê dê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bike. Di vê rûniştinê de rojnamevan Fatîh Polat bi sernavê “Tecrîd, Israrkirina Siyaseta Şer û Hilweşîna Aborî-Civakî”, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Ûçar bi sernavê “Di Pirsgirêka Kurd de Derfetên Çareseriyê”, ji Îtalyayê Sekreterê Daîmî yê Dadgeha Gel Gianni Tognani bi sernavê “Di Çareseriya Pirsgirêkên Dîrokî û Cîvakî de Rol û Bandora Têkoşîna Hiqûq û Edaletê” û Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar jî bi sernavê “Li Tirkiyeyê Pirsgirêka Demokrasiyê û Lêgerînên Çareseriyê” dê peşkeşiyan bikin.