Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan 2024-02-29 11:10:33 SAMSUN - Dema 4 girtiyên siyasî ji Denîzliyê sirgunî Samsunê hatin kirin, di rê de dest, ling û çavên wan hatin girêdan û îşkence lê hate kirin.  4 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dihatin ragirtin, di 22’yê sibatê de sirgunî Girtîgeha Tîpa S a bi Ewlekariya Bilind a Samsunê hatin kirin. hat diyarkirin ku di dema sirgunê de îşkence li girtiyan hate kirin.    Ayşegul Mûratoglû ku birayê wê Halîl Mûratoglû jî di nava wan girtiyan de ye, da zanîn ku birayê wê û girtiyên din di dema sewqkirinê de hatine îşkencekirin.    Mûratoglû, diyar kir ku li ser telefonê bi birayê xwe re axiviye û ev agahî parve kir: “Birayê min got ku dema hatin sirgunkirin, di rê de dest, ling û çavên wan hatine girêdan û di tevahiya rê de îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk li wan hatiye kirin.”    Bi domdarî Mûratoglû ragihand ku ji ber tundiya li wan hatiye kirin paresû û zikê wî pir diêşe û bang li rêxistinên hiqûqê û parastvanên mafên mirovan kir ku hesabê ji berpirsyarên vê îşkenceyê bipirsin.