17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin 2024-02-29 11:29:02   AMED - 17 saziyên navneteweyî ji bo Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû bang kirin û xwestin ku di danişîna îro de were berdan.    Danişîna 3’yemîn a Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû dê îro li 5'emîn Dahgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin.    DOZA ÇAVTIRSANDINÊ YE   17 saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, beriya danişîn were lidarxistin ji bo berdana Muftuoglû bi daxuyaniyeke hevpar bang kirin. Di bangawaziyê de hat destnîşankirin ku Muftuoglû rojnameger e. Saziyan, diyar kirin ku Muftuoglû di dozeke derveyî standartên hiqûqê yên navneteweyî û azadiya çapemeniyê binpê dike de, bi awayekî bêbingeh, bi sûcdariya terorê tê darizandin. Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku hikûmet vê dozê wek amûreke çavtirsandinê ya darazê bi kar tîne û ev yek mînakeke dersê ya vê nêzîkatiyê ye. Saziyan bang kirin ku rojnameger Muftuoglû were berdan.    RÊXISTINÊN BANG KIRIN   Navên rêxistinên bang kirine wiha ne: “Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA), Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH), di çarçoveya bernameya Mala Çavdêriyê ya Parastwanên Mafên Mirovan de Free Press Unlimited (FPU), Federasyona Rojnamegeran a Ewropayê (EFJ), Navenda Çapemeniyê û Azadiya Medyayê ya Ewropayê (ECPMF), OBC Transeuropa (OBCT), Rêxistina Medyayê ya Başûrê Rojhilata Ewropayê (SEEMO), Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI), Sendîkaya Rojnemegeran a Tirkiyeyê (TGS), PEN’a Danîmarkayê, Platforama Rojnamegeriya Serbixwe ya P24’ê, PEN’a Norveçê, Koalîsyona Cîhanê ya li Dijî Îşkenceyê, di çarçoveya bernameya Mala Çavdêriya Parastvanên Mafên Mirovan de PEN’a Amerîkayê, PEN’a Navneteweyî, Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) Freedom House.”