Rojnameger Muftuoglû hate berdan 2024-02-29 12:44:38 AMED - Danişîna doza Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû hat lidarxistin. Dozger xwest rewşa girtî bidome û şandeya dadgehê biryara tehliyeyê da.  Sêyemîn danişîna doza Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû hat lidarxistin. Muftuoglû di 29’ê nîsana 2023’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û di 3’yê Gulanê Roja Rojnamegeran a Cîhanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Danişîna doza Muftuoglû li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Muftuoglû bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” tê darizandin.    Muftuoglû li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzerên Muftuoglû jî di danişînê de amade bûn. Her wiha gelek rêxistinên pîşeyî jî danişînê dişopînin. Endamên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê jî tev li danişînê bûn.    Danişîn bi guhdarkirina şahidê nepen dest pê kir. Şahidê nepen diyar kir ku Muftuoglû li MA’yê dixebite ji xebatkarên jin ên li vir dixebitin berpirsyar e û bi awayekî temsîlî tev li civînên bi rêxistinên jinan re hatine kirin bûye. Şahidê nepen, îdia kir ku rojnamevan Muftuoglû ji jinan “têkildarî rojên girîng ên rêxistinê” nûçe xwestine. Şahidê nepen ji pirsa “Têkildarî endamtiya rêxistinê ya Muftuoglû agahiya te heye?” re bersiva “Nîne. Ji ber xebatên wê difikirim ku li ser navê rêxistinê xebatan dimeşîne.”   Parêzer Resûl Temûr ji şahidê nepen pirsa “We got Muftuoglû tev li civînên li Amedê bi saziyên jinan re hatin kirin bû. Kengî, bi kîjan saziyê re li ku tev li civînê bû?” Şahidê nepen got ku “Dîrok û cih û navên rêxistinan nayên bîra min.”   ‘XEBATÊN PÎŞEYÎ TÊN KRÎMÎNALÎZEKIRIN’    Muftuoglû têkildarî beyanên şahidan wiha got: “Ez 15 sal in rojnamevaniyê dikim. Li Ajansa Mezopotamyayê dixebitim. Beriya niha li Ajansa Nûçeyan a Etkînê û Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê xebitîm. Di heman demê de rêvebera DFG’ê û damezrînera wê me. Ez difikirim ku haya şahid ji rojnamevaniyê nîne.”   Muftuoglû ya got ku “Tenê bêbextî û îdiayên razber hene” wiha berdewam kir: “Di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de 15 salan nûçegihanî kir. Ez li gelek bajaran xebitîm. Beriya ku bêm girtin edîtor bûm. Li navenda nûçeyan hiyerarşiyeke pîşeyî heye. Ji bo ku bernameya xwe ya weşanê amade bikin neçarin civînan bikin. Nûçegihan pêşniyarên xwe pêşkeş dikin, li gel van edîtorên li navenda nûçeyan dixebitin jî têkildarî mijarên di rojevê de pêşniyaran dikin. Ev ne ferman e. Ev bi temamî bûyereke pîşeyî ye.”   Muftuoglû wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xeteke weşanê ya her ajans û rojnameyê heye û di vê çarçoveyê de nûçeyan çêdike. Dema rojeveke weke karesata madenê ya Licikê çêbû hemû nûçegihan diçin wir û ji aliyê navenda nûçeyan ve pêşniyar tên kirin. Duh li vî welatî ji aliyê zilaman ve 8 jin hatin qetilkirin. Li welatekî wiha helbet navenda nûçeyan dê vê nîqaş bike, bi rêxistinên jinan re hevdîtinê bike, ji bo ku têkoşîna li dijî vê tê dayîn nîşan bide dê bi wan re hevdîtinê bike. Ez tev li hemû daxuyaniyên saziyên jinan ên li wî bajarî tên lidarxistin dibim. Weke rojnamevanekî karê min ev e. Navenda MA’yê Stenbol e ji ber vê yekê îdiaya şahid derew e. Tenê îdiayeke wî jî ne rast e. Di nava rewşeke ku xebatên me yên pîşeyî krîmînalîze dike de ye.”    PRZ. TEMÛR: DIVÊ DOZ WERE REDKIRIN    Parêzer Resûl Temûr jî wiha axivî: “Şahidê nepen bi motivasyona cezakirinê tevdigere. Şahidê nepene, şahidiniyê derbas dike û li cihê dozger rûdine. Şahidê nepen, arasteyî sûcdarkirineke kolektîf tê kirin û armanc dike ku rojnamevanan bi awayekî kolektîf ceza bike. Divê ev îfade ji bo hukmî esas neyên wergirtin.”   Prz. Temûr, nûçeyên ku Muftuoglûyê di mehên Hezîran û Tîrmehê yên 2014’an de çêkirine pêşkeşî dadgehê kir û got: “Di pêvajoya mehekê de nûçeyen ku nîşan didin Muftuoglû li vir e ev in. Bi vî awayî dê derkevin holê ku tu rastiya beyanên şahidê vekirî nîne.”   Temûr ê qala beyanên şahidê vekirî Kerem Gokalp ê di danişîna beriya niha de hate guhdarkirin kir, ev tişt gotin: “Beyanên şahidê vekirî Kerem Gokalp ne rast in. Min di du danişînan de anî ziman, muwekîla min beriya niha di 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran de hate darizandin. Darizandina li vir û ya li wir heman e. Ji ber vê yekê ji bo ku em rewşê zelal bikin em bi Dr. Tîmûçîn Koprulu re ketin têkiliyê û nirxandin jê xwest. Rapora kesê pispor hate amade kirin: Got ku doza dubare ye û divê were redkirin.”   ‘ROJNAMEVANIYÊ DIPARÊZIN’    Yek ji parêzerên Dîcle Muftuoglû Veysel Ok jî wiha got: “Her hevoka ku şahidê nepen gotiye, her rojnamevanê li vê eywanê hemûyan eleqedar dike. 3 danişînin em rojnamevaniyê ji we re dibêjin. Ev doz ji Dîcleyê derbas bûye; li ser îfadeyên şahid hûn hemû rojnamevanan krîmînalîze dikin. Herkes ferman digire. Nûçegihan jî fermanê didin. Nirxa nûçeya girtina Ocalan nîne? Tişta ku divê nûçeya wê were çêkirin divê illeh xweşiya we biçe.”   Dozger bi hinceta “Beyanên şahidan, qeydên telefonan û gumana sûc a bihêz” xwest ku girtina Muftuoglû berdewam bike.    ‘BILA BÊHIQÛQÎ BI DAWÎ BIBE’    Dîcle Muftuoglû ya têkildarî mutalaya dozger mafê axaftinê wergirt, wiha got: “10 meh in weke rojnamevanekê girtî têm darizandin. Ev bi tena serê xwe ji azadiya raman û çapemeniyê re astengî ye. Lêpirsîneke bi îfadeya şahid hatiye destpêkirin heye. Di pêvajoya darizandinê de jî ev îfade hatin pûçkirin, delîlên şênber hatin pêşkeşkirin. Li dijî îdiayên ku rast in darizandina min a weke girtî ji bo min sosret e. Li pêşiya kirina pîşeya min jî astengî ye.”   Şandeya dadgehê birayara berdana Muftuoglû da. Şandeya biryara qedexeya derketina derveyî welat jî da, danişîn taloqî 13’ê hezîranê kir.