Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin 2024-02-29 13:36:50 ÎZMÎR - Îtîrazên têkildarî biryara şertê kontrola edlî û hefsa malê ya derbarê 5 rojnamevanan û xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê de hatibû kirin, ji aliyê dadgehê ve hate redkirin.  Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Semra Tuûran, Delal Akyuz û Tolga Guney, Nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, Nûçegihanê Gazete Dûvarê Cîhan Başakçioglu û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Fûnda Akbûlût ku li Îzmîrê di 13'ê Sibatê de di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin, di 16’ê sibatê de ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Sûlh a Îzmîrê ve bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Têkildarî biryara derbarê rojnamevanan de hatibû dayîn îtîraz hate kirin.    4’emîn Dadgeha Cezayê Sûlh a Îzmîrê derbarê Semra Tûranê û Cîhan Başakçîoglû de biryara şertê kontrola edlî û der barê Delal Akyuz, Melîke Aydin, Tolga Guney û Fatma Fûnda Akbûlûtê de jî biryara cezayê hepsa malê dabû.   7’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Îzmîrê ku parêzeran îtîrazê wê kiribûn, biryara dadgehê di cih de dît û îtîraz red kir.    ÎTÎRAZA DOZGER JÎ HATE REDKIRIN    Li aliyê din îtîraza dozger ya bi daxwaza girtina rojnamevanan kiribû jî ji aliyê heman dadgehê ve hate redkirin. Ji ber ku li ser dosyayê biryara veşartî heye têkildarî redkirina îtîraza dozger parêzer nehatin agahdarkirin.