Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin 2024-02-29 15:27:58   ÎZMÎR - Berdevka Giştî ya SKM’ê Tanya Kara û endamê Meclisa Giştî ya SKM’ê Meliha Kayaci ku du roj bûn di bin çavan de bûn, hatin girtin.    Berdevka Giştî ya Meclisa Jinan ên Sosyalîst (SKM) Tanya Kara û endama Meclisa Giştî ya SKM’ê Meliha Kayaci ku di 27’ê sibatê de hatibûn binçavkirin û anîbûn Îzmîrê, hatin girtin. Piştî kar û barê îfadegirtinê yên li Qereqola Cendirmeyan a Bucayê bi dawî bûy, sewqî Edliyeya Îzmîrê hatin girtin. Ji Kara û Kayaci pirsa pere û nameyên ji girtîgehan re hatine şandin hatin pirsîn. Her du jin jî bi îdiaya “fînansmaniya rêxistinê” hatin tawanbarkirin.    Dozgeriyê piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir. Dadgeriyê ji bo Kara û Kayaci biryara girtinê da.