Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin 2024-02-29 15:37:17 DÊRSIM - Girtina nûçegihana PÎRHA’yê Dîren Keser li Dêrsimê hate protestokirin û hat gotin ku azadiya fikr û xweîfadekirinê nayê astengkirin. Girtina nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Pîrê (PÎRHA) Dîren Keser li Dêrsimê hat protestokirin. Daxuyanî li Kolana Hunerê hate dayîn. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşma “Çapemeniya azad bêdeng namîne” hate berzkirin. Nûçegihanê PÎRHA’yê Eyûp Hanoglû di daxuyaniyê de axivî û got ku azadiya xweîfadekirinê ji bo civakên demokratî şertê sereke ye.    Hanoglû, anî ziman ku cezayê li Keser hatiye birîn di esasê xwe de li çapemeniya azad, nûçeyênr ast, gotina muxalefetê û nasnameya rojnamegeriyê hatiye birîn. Hanoglû bilezûbez girtina Keser weke zilm pênase kir û got ku nayê qebûlkirin. Hanoglû, axaftina xwe wiha qedand: “Azadiya fikr û xweîfadekirinê nayê astengkirin. Nabe ku nirxên însanî û wijdanî ewqas bên binpêkirin. Çapemeniya azad bêdeng namîne.”    Girtina Keser li Stenbolê jî aliyê gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî ve hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Nikarin hevalên me bi van cezayan çavtirsandî bikin. Ew dê pêdiviya kevneşopiya Çapemeniya Azad li her qada ku lê ne teqez bi cih bînin.”