ÎHD: Jin aştiyê dixwazin 2024-03-01 16:09:01 NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê “Nobeta Aştiyê” ya vê mehê ku di her roja înê ya hefteya ewil a her mehê de li dar dixe, bi wesîleya 8’ê Adarê de diyarî têkoşîna jinan kir.    Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û şaxên wê di her roja înê ya hefteya ewil a her mehê de çalakiya “Nobeta Aştiyê” li dar dixe. Bi boneya hefteya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, “Nobeta Aştiyê” ya vê mehê diyarî têkoşîna jinan hate kirin. ÎHD û şaxên wê di çalakiyên xwe de di bin sernavê “Jin aştiyê dixwazin” de daxwazên xwe rêz kirin.    ENQERE   Şaxa ÎHD’a Enqereyê 19’emîn çalakiya “Nobeta Aştiyê” bi sernavê “Jin aştiyê dixwazin” li dar xist. Nobet, li avahiya komeleyê hat lidarxistin û daxuyanî ji hêla endama ÎHD’ê Neylan Solmaz ve hat xwendin. Endamên Nifşê 78’an ê Şoreşger û ÎHD’ê tev li nobetê bûn û pankarta “Jin aştiyê dixwazin” hat daliqandin.    ‘AŞTÎ DAXWAZA HERÎ GIRÎNG A ERDNÎGARIYA ME YE’   Solmaz, anî ziman ku weke parastvanên mafên mirovan her tim li qadên şer daxwaza aştiyê kirine û gotine ku aştî maf e. Solmaz, anî ziman ku li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn aştî yek ji daxwaza maf a herî girîng e. Bi domdarî Solmaz diyar kir ku pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û dewlet li şûna guftûgo û muzakereyan, rêbaza şer esas digire. Solmaz, wiha domand: “Lewma jî zext tê kirin, zimanê nefretê pêş dikeve, tundiya li dijî jinan zêde dibe û pêşî li cînayetên jinan nayên girtin. Mixabin li her devera cîhanê di şer de êşên herî mezin jin û zarok dijîn. Di şerê li welatê me de jî bi hezaran jin mexdûr bûn. Di serdegirtinên malan û gundan de, di dema bnçavkirinê û girtîgeha de jin rastî tundiyê tên. Ev tundiya dewletê li kolan, mal û kargehan jî belav dibe û ji bo jinan vediguherin qadên nebiewle.”    BERIYA 8’Ê ADARÊ   Piştre jî Solmaz ev 5 daxwaz rêz kir: “Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê em hêvî dikin ku tundiya li dijî jinan bi temamî bi dawî bibe û pêvajoyeke nû ya ku êdî pergala mêrê serdest, feodal û milîter tê bidawîkirin dest pê bike. Lewma jî em dixwazin konferansa me ya aştiyê bibe pêşenga van daxwazên me.”   AMED   Şaxa ÎHD’a Amedê çalakiya Nobeta Aştiyê li avahiya xwe ya li navçeya Bajarê Nû domand. Ji ber 8’ê Adarê, çalakî bi dirûşma “Jin aştiyê dixwazin” hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê, Şaxa Egîtîm Sen a Amedê, Şaxa SES’ê ya Amedê û DAKAH-DER tev li daxuyaniyê bûn. Metna hevpar ji hêla Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Suzan Mehmetoglû ve hate xwendin.    DÊRSIM    Di çalakiya “Nobeta Aştiyê” ya Şaxa ÎHD’a Dêrsimê de yek ji rêveberên komeleyê Huseyîn Yaşar Sezgîn axivî û piştre metna daxuyaniyê ya hevpar xwend. Sezgîn, da zanîn ku ew dixwazin nobeta xwe ya edaletê bi Konferansa Aştiyê tacîdar bikin û wiha got: “Em ê di 16-17’ê adarê de li Amedê Konferansa Aştiyê li dar bixin. Em ê di konferansê de daxwazên xwe dîsa bi dengekî bilind bînin ziman. Gelemperiya van dengan jî dê bibe jin.”    LI GELEK BAJARÊN DIN ‘NOBETA AŞTIYÊ’ HAT LIDARXISTIN    Şaxên ÎHD’ê yên Êlih, Mêrsîn, Edene, Antalya û Hatayê jî çalakiya “Nobeta Aştiyê” li dar xistin. Gelek kes tev li nobetê bûn. Di çalakiyan de metna hevpar hat xwendin.