Platforma 8 Adarê ji bo hevdîtina Jinan ya li Kadikoyê bang kir 2024-03-02 10:49:57 STENBOL - Endama Platforma Jinan a 8'ê Adarê Jinan Sînem Ozkan, ji bo “hevdîtina Jinan” a sibê li Kadikoyê were lidarxistin bang kir û xwest ku jin li kursiya ku dê bê li darxistin û daxwazên xwe bînin ziman.   Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jin xebatên cûr bi cûr ên ku dimeşînin, amadekariya 8 Adarê dikin. Bi serkêşiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê li Stenbolê tevgerên jinan tên ba hev, sibehê di saet 16:00'an de li ber Îskeleya Kadikoyê li hev kom bibin û bi dirûşma “Li hember tûndiyê, feqîriyê, mêtîngeriyê û şer tekoşîna me heye” di kursîya ku dê bê li darxistin, daxwazên xwe wê bînin ziman.    Endama platformê Sînem Ozkan tevahî jin vexwendin Kadikoyê.   LI HEMBER ŞER PIŞTEVANIYA JINAN    Sînem Ozkan got ku di bin siya tundiya mêr û dewletê de 8'ê Adareke din pêşwazî dikin û wiha domand:  “Di heman demê de rast e rast feqîrî, qrîza aborî, têkçûna dan û stendînê, têkbirina keda jinê, em behsa demek ku xwarinek germ nayê xwarin dikin. Ev feqîrbûn him jinan û him LGBTÎ'yan bêhtir di bin bandorê de dihêle.” Ozkan destnîşan kir ku polîtîkayên şer ên dewletê piranî cîvakê û paşê jî jinan dixe bin bandora xwe û wiha domand: “Îro di êrişên dewletê yên li dijî Rojava de piranî jin bi bandor dibin. Di heman demê de Dewleta Sîyonîst ya Îsraîl jî li ser Jinên Filistînî dimeşîne û li hember tevahî van şeran tekoşînek xurt me pêşwazî dike. Tûndiya mêr, feqîrî, êrîşên li hember destketiyên me, êrîşên li hember zagona 6284'an û heqê nefeqeyê, zagonên nû û zewaca bi zorê; ev tevahî rast e rast êrîşî ser jiyana jinê bi xwe ye. Lê em weke jin di pêvajoyeke ku him di hundirê malê de, him di sikakan de li hember tûndiya dewlet-mêr di tekoşînê de ne.”     JIN WÊ DAXWAZÊN XWE BÎNIN ZIMAN   Endama Platforma 8'ê Adarê ya Jinan Ozkan diyar kir ku bi girseya herî berfireh a saziyên jinan re rêxistin kirine û wiha lê zêde kir: “Ev ji bo me bi vî awayî xwedî wate ye; di demeke ku êrîşên dewletê hîn bêhtîr dibe de divê em jin bên gelhev, bi hev re tekoşînê bimeşînin û polîtîkayan biafirînin. Ji ber vê gerek em jin li her qadan bên gelhev. Li qadê kursiya ku me li dar xistiye dê daxwazên xwe wê bînin ziman. Em ê 8'ê Adareke ku dê her jin karibe daxwazên xwe bîne ziman û ruhiyeta wê pêk bîne li dar bixin. Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, ji bo şagîrtên dibistanan ber bi xwekûştînê ve neçe tekoşîna jinên ciwan ku di wexta erdhejê de çawa rola xwe lîst, di heman demê de wê bibe kursiya tevahî jinan ku karibin xwe bînin ziman.”    BANGA JI BO ÇALAKIYÊ    Ozkan a ji bo “hevdîtina Jinan” ya li Kadikoyê bang kir û wiha got: “Desthilata AKP'ê û MHP'ê bi êrişên sîstematîk ku li dijî jin û LGBTÎ'yan dimeşîne em ber bi 8'ê Adarê ve diçin, li hember van êrîşan û ji bo destkeftiyên xwe, mafên xwe em di roja 3'yê Adarê, roja yekşemê di seat 16:00'an de li hember Îskeleya Beşîktaşê ya Kadikoyê bên gelhev û tekoşîna xwe bi hev re bimeşinin.”