Malbatên windakiriyan aqûbeta Aydinlar û Kursep pirsîn 2024-03-02 14:25:52 AMED / ÊLIH - Malbatên Windakiriyan aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê li Stenbolê di bin çavan de hatiye windakirin û Zeynel Kursep ê li Êlihê ji aliyê 2 kesên çekdar ve hate revandin pirsîn.   Çalakiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Malbatên Windakiriyan a “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” di hefteya 786’emîn de berdewam kir. Di çalakiya li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê hate lidarxistin de pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser bû hate vekirin û wêneyên windakiriyan hate hilgirtin.    Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Pinar Sakik Tekîn, Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn û Adalet Kaya jî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê di 20’ê sibata 1994’an de li Stenbolê di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn.    Beriya daxuyaniyê Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn axivî. Tekîn, diyar kir ku dema mesele kurd bin helwest dibe windakirin û kuştin û wiha got: “Em ê li dijî vê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.”   Pişt re çîroka Aydinlar ji aliyê endamê Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin. Firat, destnîşan kir ku çend sal derbas bibin bila derbas bin, dê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo hemû windayan bernedin.    Dû re deqîqeyekê çalakiya rûniştinê hate kirin.    KURSEK BI REVANDINÊ HATE WINDAKIRIN    Li Êlihê jî Malbatên Windakiriyan û endamên Şaxa ÎHD’ê di hefteya 622’yemîn a çalakiya xwe li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistan kom bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hate vekirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû, Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Êlihê Gulistan Sonuk, endamên TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê, DBP, DEM Partî, OHD, Baroya Êlihê û malbatên windakiriyan tev li çalakiyê bûn.    Di çalakiyê de aqûbeta Zeynel Kursep ê di 24’ê adara 1994’an de piştî li Êlihê hate revandin careke din agahî jê nehate girtin hate pirsîn.    Di daxuyaniyê de Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Huseyîn Elçî anî ziman ku heta encamê bigirin dê çalakiya xwe bidomînin.     Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.