ROJEVA 3’YÊ ADARA 2024’AN 2024-03-03 09:00:06   * Li Botanê Halîme Akman a ku 13 sal in di her çalakî, meş û mitîngên TJA'yê de bi guliya xwe ya kesk û sor û zer û bi dirûşma  "Jin, jiyan, azadî" cihê xwe digire, got: "Ez ji bo ku bibim dengê hemû dayikên aştîxwaz, jinên tên qetilkirin û xwişkên min ê bindest li qadan im."    * Hat diyarkirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya qeyûm de, îhaleyeke mezin a bi 128 milyon lireyî daye şîrketa pismamê Şaredarê Midyadê yê AKP’î û namzetê şaredariyê Veysî Şahîn.   * Xizmên girtiyan ku 90 roj in li Amedê di Nobeda Edaletê de ne, gotin "Eger Abdullah Ocalan azad bibe wê zarokên me jî azad bibin" û bang li her kesî kirin ku xwedî li çalakiya wan derkevin.   * Jinên kedkarên çandiniyê yên ku di bin zexta kedxwariyê de ji bo jiyanê têdikoşin, xwestin ku jin li qadên 8'ê Adarê dengê wan ragihînin.    * Kampanyaya TJA’yê ya "Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” dê di 8’ê Adarê de bê temamkirin. Ji aktîvîstên TJA’yê Nevriye Çur anî ziman ku kampanyaya wan dê bi dawî bibe lê têkoşîna wan wê her tim bidome.   *Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li navçe û bajarokên Çewligê bi gel re hevtînan bike. (10.00) ZINDÎ   * Kongreya Îslama Demokratîk dê li Êlihê bi sernavê “Li Rojhilata Navîn Kurd û Îslam” li dar bixe. (11.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê li gelek bajaran bidome. (11.00-16.00)    * DEM Partî dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek bajaran çalakiyan li dar bixe. (11.00-18.00)   * OHD dê kş eywana konferansan a Baroya Amedê bi sernavê “Rêveberiyên xwecihî û qeyûm” panelê li dar bixe. (12.00-16.00)   * Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê li Manîsa, Şirnex û Stenbolê gelek çalakî bên lidarxistin. (13.00/15.00/16.00) ZINDÎ   * MA Music dê bi boneya 7’emîn salvegera damezirandina xwe dê çalakiyê li dar bixe. (19.00)