Qeyûm îhaleyeke 128 milyon lîreyî da pismamê şaredarê AKP'î 2024-03-03 09:02:43   MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya qeyûm de, îhaleyeke mezin a bi 128 milyon lireyî daye şîrketa pismamê Şaredarê Midyadê yê AKP’î û namzetê şaredariyê Veysî Şahîn.   Derket holê bû ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya qeyûm de ku li Mêrdînê her tim bi kiryarên neqanûnî û nehiqûqî di rojevê de ye, îhaleya 128 milyon lîreyî daye şîrketa pismamê Şaredarê Midyadê yê AKP'î yê niha û namzetê şaredariyê Veysî Şahîn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di 3'ê Çileya 2024'an de di bin navê "Li Mêrdînê û navçeyên Mêrdînê li ser rêyên cur bi cur xebatên çêkirina rêyan" îhaleyek çêkiriye. Îdareya qeyûm ku bi texmînî lêçûnan hesab, 124 milyon û 498 hezar û 356,81 TL hesabek diyar kir.    Rêveberiya qeyûm dema kar jî wekî 300 rojî diyar kir. Şîrketa Ûgûrê û Beştaşlarê bi 128 milyon û 842 hezar û 300 lîreyî îhaleyê girtin. Her wiha di îhaleyê d enehat diyarkirin ku rêyên bên çêkirin kîjan rê ne.    Her du şîrketên navborî yên ku îhaleyê girtine, berê jî bi îhaleyên ku ji Şaredariya Artûklû ya AKP'î û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya qeyûm de girtibûn bûbûn rojev.    Hêjayî gotinê ye ku Şîrketa Ûgûrê, şîrketa Erol Şahîn e. Erol Şahîn jî, pismamê Şaredarê Midyadê yê AKP'î Veysî Şahîn e. Veysî Şahîn ji bi hilbijartina bê jî ji AKP'ê namzet e.    MA / Ahmet Kanbal