Ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin 2024-03-03 10:36:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji ber barana zêde û birûskan 14 bajar hişyar kir.  Li gorî texmîna Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) dê li Kocaelî, Edene, Mêrsîn, Enqere, Eskîşehîr, Konya, Bolu, Duzce, Sînop, Tokat, Samsun, Amasya, Amed û Rihayê baraneke zêde bibare. Midûriyetê ji ber barana zêde û birûskan welatiyên li van bajaran hişyar kir. Meteoroliyê got ku li herêmên hundirîn dê di navbera 2 û 4 pileyan de hewa sar bibe.