Ji 15 binçavkiriyên Stenbolê 3 jê hatin girtin 2024-03-03 11:42:43 STENBOL - Ji 15 sosyalîstên di 27’ê sibatê de li Stenbolê di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin 3 jê hatin girtin.  Di encama serdegirtinên malan ên di 27’ê sibatê yên li Stenbolê de endamê Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sitki Gungor û endamên Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Partîzanê jî di nav de 15 kes hatibûn binçavkirin. Ji ber pereyê ku ji girtiyan re şandine, binçavkirî bi îdiaya “fînansmaniya rêxistinê” hatin tawanbarkirin û piştî karûbarê îfadedayînê yê li midûriyeta emniyetê, di 1’ê adarê de sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin.    3 KES HATIN GIRTIN   Xwînerên Partîzanê Îbrahîm Hakki Eren, Alî Karaçay û Mesut Gerçek ku piştî îfadeya dozgeriyê bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan, ji bo Midûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar ê ETHA’yê û endamê Lijneya Rêveber a ÎHD’ê Mehmet Acettîn jî cezayê hefsa malê hate dayîn. Endamê SMF’ê Metîn Keleş û xwînera Partîzanê Arzu Sakal jî hatin girtin û şandin girtîgehê.    Endamên PM’a ESP’ê Alî Haydar Keleş, Mert Çuhadar, Mesût Çekî, Ugur Ok, endama MYK’a SKM’ê Ezgî Gurbuz, endama Meclisa Giştî ya SKM’ê Hacer Elçîn, Xwediyê Îmtiyazê yê Weşanên Ceylanê Huseyîn Gultepe, endamê PM’a DEM Partiyê Sitki Gungor û berdevkê demê yê SMF’ê Bariş Kayaoglû jî piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin û îfadeyên wan ên li dadgeriyê heta derengiya şevê berdewam kirin. Ji bnçavkiriyan Keleş, Çuhadar, Çekî, Ok, Gurbuz, Elçîn, Gultepe û Kayaoglû bi şertê kontrola edlî hatin berdan û û endamê PM’a Dem Partiyê Gungor jî bi heman tawanbariyê hate girtin.