Li Çewligê coşa gel: Dê bersiva kesên bi JÎTEM û Ergenekonêr e tifaq çêkirine bê dayîn 2024-03-03 15:22:49 ÇEWLIG - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di civîna gel a bi coş a li Çewligê de got: "Gelê Çewlîgê wê bersiva pêwîst bide yên li Çewligê 'Kurd', li Enqereyê 'JÎTEM û Tifaqa Ergenekonê ne' bide."   Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li navenda Çewligê beşdarî civîna gel bû. Di civîna bi coş a ku bi hezaran kes lê amade bûn de wêneyên rengîn derketin holê. Di hevdîtinê de zêdebûna ciwanan bal kişand û girseya gel demeke dirêj govend gerand.    Bakirhan ku xîtabî gel kir, şaredariya AKP'ê rexne kir û got: “Têgihiştina wan a şaredariyê mîna nêzîkatiya şaredariya qeyûmtiyê ye, rant e, nelirêtî ye. Şaredariyeke biçûk ya wekî Şaredariya Çewligê bi sed milyonan lîreyî deyndar e. Çi hat serê van pereyan? Ne binesazî heye, ne veberhênanî. Ma hûn dizanin ku li Tirkiyeyê yekane bajarê ku şaredarî lê xizmetên veguhestinê nake kîjan e? Çewlig e. Şaredarî li her derê Tirkiyeyê xizmetên çûnûhatinê yên gelemperiyê dike, lê bego li Çewlîgê gihandina giştî pêşkêşî kesan û şîrketên taybet kiriye."    Bakirhan bal kişand ku Çewlig li ser xeta erdhejê ye û got ku şaredarî li hemberî vê yekê tevdîr negirtine. Bakirhan destnîşan kir ku li şûna polîtîkayên rantê divê li hemberî erdhejê tevdîr bên girtin.   Bakirhan bal kişand ku li bajarê ku herî zêde zaravayê kirmanckî lê tê axaftin tabelayeke kirmanckî jî tune ye û navê kolanekê jî ne bi kirmanckî ye.    Bakirhan anî ziman ku hikûmet li Enqere û Kurdistanê siyaseteke cuda dimeşîne û wiha got: “Ez bawer im gelê Çewligê dê bersiva pêwîst bide kesên li Çewlikê 'kurd', li Enqereyê 'JÎTEM û 'Tifaqa Ergenekonê' ne. Dixwazin Çewlîg ji kurdayetiyê xalî bibe. Lê xwe dixapînin. Xelkê Çewlîgê neviyên Seyît Riza û Şêx Seîd in. Li gel hemû zilm û zordariyan jî dest ji axa xwe bernedane û wê dets jê bernedin. Hûn amade ne bibêjin 'Êdî bes e.' Binêr em li axa Şêx Seîd in. Çend roj berê şirşkê biçûk ê AKP'ê tu heqaret nema li Şêx Seîd Efendi nekir. Çima dengê xwe nekirin? Ji ber ku Şêx Seîd wekî nirxekî nabînin. Cîgirê Serokkomar deng ji xwe neanî, şaredariyê tiştek negot. Tu dizanî çi qewimî? AKP û MHP’ê li Çewlîgê tifaq çêkirin. Yên ku zimanê we paşguh dikin dibêjin; 'Ey gelê kurd, dengê xwe bide me.' MHP ya ku heqaret li Şêx Seîd û kurdan kiriye bila bibe şirîkê şaredariyê. Ma hûn ê ji vê re nebêjin na?