Panela DÎK’ê: Kesê ku alîkariyê bide zilmkaran gunehan dike 2024-03-03 15:48:50   ÊLIH -  Îlahiyatnas Fadil Bedîrhanoglû di panela Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) de axivî û got, "Çawa mirov dikare bawer bike ji kesên ku li meydanan Qur'an'ê dihejînin û bi mirina kurdan şa dibe? Kesê ku alîkariyê bide zilmkaran gunehan dike."   Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) li Êlihê panelek bi navê "Rojhilata Navîn, Kurd û Îslam" li dar xist. Alimên olî Mele Saîd Yuksel û Mele Şukru Aslan û îlahiyatnas-akademîsyen Bedîrhanoglu wek axêver beşdarî panela ku li Şaxa Sendîkaya Petrol Îş'ê ya Êlihê hat lidarxistin bûn. Di panelê de nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî di nav de gelek kes beşdar bûn.   'EW OLÊ XELET DIZANIN'   Panelîst Yuksel, bal kişand ser mizgefta ku ji aliyê Wekîlê AKP'ê Ferhat Nasiroglu ve li ber deriyê bajêr hatiye avakirin û wiha got, "Misilmantî ne dînê mêtingeriyê ye. Pêxemberê me gotiye ‘pariyek nan û tasek av’. Lê niha yên ku ji xwe re dibêjin em misilman in, gava ku diçin mizgeftan, bi wesayîtên buha û bi dehan parêzvanan diçin mizgeftan. Li şûna tirsa Xwedê, tirsa mirovan hildibijêrin. Necat Nasîroglu mirovekî baş bû. Lawê wî; pereyên ku ji bo mizgeftê xerc kir dikaribû alîkariya bi hezaran feqîran bikira. Lê mizgeft ava kir. Ji ber ku her tiştî xelet dizanin, olê jî wiha xelet dizanin."   'KESÊ KU BI MIRINA MIROVAN KÊFXWEŞ DIBE ÇAWA DIBE MISILMAN?'   Prof. Dr. Fadil Bedîrhanoglu nêzîkatiya dewletan a li ser ola misilmantiyê vegot û ev nêzikatî rexne kir. Di berdewamiya axaftina xwe de Bedîrhanoglû wiha got: "Ji bo dewletê her tiştî feda dikin. Vê yekê baştir dibînin. Dema vê yekê dikin jî li ser navê ola misilmantiyê dikin. Ev yek di dema Împaratoriya Osmanî de jî hat kirin. Dema polîtîkaya mêtingeriyê dimeşînin ola misilmantiyê didin pêş û vê zilmê dikin. Yên bi vê zîhniyetê tev digerin tu îtîrazan jî qebûl nakin. Li gel her îtîrazê tundiyê bi kar tînin. Aştî daxwaza herî mirovî ye, lê bi tundiyê hewl didin vê daxwazê bitepisînin. Ev tişt di ola misilmantiyê de nîn e. Lazim e ola xwe baş nas bikin û divê li hemberî van tiştan mirov hişyar bin."   Bedîrhanoglû, anî ziman ku dewletên mêtînger olê weke amûra bêdengkirina mirovan bikar tînin û wiha domand: "Dema dewletên mêtînger di hilbijartin û aboriyê de dikevin tengasiyê olê derdixin pêş. Di mitîngan de Qur'anê di destên xwe de digirin û mirovan dikin hedef. Gava ku rexne lê tê kirin demildest olê derdixin pêş û hewl didin gel bêdeng bikin. Di êrîşên Rojava de Erdogan bi kêfxweşî di televîzyonê de her êvar hejmara kesên ku dihate kuştin radigihand. Ev misilmantiyeke çawa ye; kesê ku bi mirina mirovan şad dibe çawa dibe misilman. Şermeke mezin e ku mirov bawer bike û dengê xwe bide kesê ku vî karî dike. Ev gunehekî mezin e. Mirovê çawa bawer bike ji kesê ku bi mirina kurdan şa dibe û Qur’an’ê li meydanan dihejîne?  Di Qur’an'ê de derbas dike û dibê ‘yên ku zilmê dikin gunehan dikin.’ Di heman demê de kesên ku bidin pey van kesan û biwan bawer bibin jî dibin şirîkê van gunehan. Divê gelê me wan nas bikin û bi vê hişmendiyê tevnegerîn."   Mele Şukrî Aslan jî destnîşan kir ku divê mirov jiyaneke xweş bijîn û ev tişt anî ziman: "Divê em li gorî tiştên di Qur'anê de tê gotin tevbigerin, lê îro ev yek nayê kirin. Divê her kes Qur'anê bi zimanê ku jê fêm dike, bi zimanê xwe yê zikmakî bixwîne. Wê demê wê baştir jê bê fehm kirin. Ola misilmantiyê ola qenciyê ye, yên ku xerabiyê dikin bila ji xwe re nebêjin em misilman."   Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.