Li Amedê panela ‘rêveberiya xwecihî’: Divê rayeyan dewrî herêman bikin 2024-03-03 16:19:24   AMED - Akademîsyen Yakup Levent Korkut di panela “Rêveberiyên xwecihî” de axivî. Korkut, diyar kir ku li Tirkiyeyê pergaleke navendîparêz heye û divê rayeyên vê navendê dewrî rêveberiyên herêmî bên kirin.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li Eywana Tahir Elçî ya Baroya Amedê bi sernavê “Rêveberiyên xwecihî û qeyûm” panelek li dar xist. Gelek kes tev li panelê bûn û parêzer Mevlut Çelîk moderatoriya panelê kir. Di rûniştina ewil a panelê de akademîsyen Yakup Levent Korkut bi sernavê “Rêveberiyên xwecihî, demokrasî, beşdarîbûn” pêşkeşiyek kir. Piştre jî civaknas Ozgur Guneş Ozturk bi sernavê “Şertê Rêveberiyên Xweser ên Herêmî yên Ewropayê û Xweseriya Demokratîk” pêşkeşiyek kir.    KORKUT: DIVÊ RAYEYAN DEWRÎ HERÊMAN BIKIN    Korkut, anî ziman ku feraseta demokrasiyê ya di roja me serdest “demokrasiya temsîlî” ye û wiha got: “Ev pergal xwedî rabûrdiyeke 200 salan e. Ev pergal, pergaleke bêpirsgirêk nîne. Dema em li mînakên wê dinêrin, wê demê dibînin bê ka demokrasiya li herêman çiqasî girîng e. Ji bo veguhere demokrasiya beşdarîbûnê, divê em herêmê binirxînin. Li hêla din xetereyên navendîparêziyê jî hene. Dema pir hişk dikeve meriyetê, burokrasî zêde dibe. Ji ber ku ji dûr ve tê birêve dibe, pirsgirêkên herêman jî nabînin. Hewldanên ji bo xurtkirina rêveberiyên herêmî tu caran li Tirkiyeyê derneketine astekî baş.”    Bi domdarî Korkut anî ziman ku yek ji daxwaza herî girîng a kurdan ew e ku rêveberiyên herêmî xweser bibin û wiha pê de çû: “Di esasê xwe de di vir de daxwaza rêveberiyên herêmî yên xurt heye. Hinek hewldan çêbûn lê Tirkiye pergala xwe ya navendîparêziyê didomîne. Di esasê xwe de divê hinek rayeyên navendê dewrî herêman bên kirin. Her wiha her tim pirsgirêkên pir cidî yên aboriyê yên herêmêna çêbûn. Çavkaniyên tên şandin jî ne ji bo xizmetê, ji bo siyasetê tên şandin.”    Têkildarî tayînkirina qeyûman jî Korkut wiha got: “Ev sepan bi mebestên siyasî tê kirin. Dirêjkirina dozên kesên li şûna wan qeyûm hatine şandin jî pirsgirêkeke bi serî xwe ye. Dema em van tevan didin berhev, xelk pirsa ‘erê em hildibijêrin lê dê çi bibe?’ dike. Anku ji hilbijartinê sar dikin û pirsgirêka demokrasiyê derdikeve holê.”   ŞERTÊ XWESERIYÊ YÊ RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ YA EWROPAYÊ    Ozgur Guneş ku ji Katalonyayê bi online tev li panelê bû jî ev tişt anî ziman: “Rêveberiyên herêmî li her devera cîhanê ji bo avakirina civakeke demokratîk pir girîng in. Beriya Yekitiya Ewropayê jî li Ewropayê mijara rêveberiyên xweser mijara nîqaşê bû. Şertê Xweseriyê yê Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê jî ji mareke hiqûqî zêdetir weke mijareke siyasî derdikeve pêşiya me. Ji bo rakirina bisînorkirinên mezin ên li pêşiya rayeyên rêveberiyên herêmî, weke mijareke hiqûqnasan bû. Li Tirkiyeyê gelek kêmnetewe hene lê dîsa jî pergala navendî tê ferzkirin.”    Di rûniştina duyemîn a panelê de Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk Yuksel Genç bi sernavê “Polîtîkayên qeyûman û bandora wê ya li ser civakê” û Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin jî bi sernavê “Armanca pergala qeyûman û sepanên wan ên li bajarên kurdan” pêşkeşî kirin.    GENÇ: TEVNA CIVAKÎ TÊ XERAKIRIN   Genç, anî ziman ku sepanên qeyûman bandorê li tevahiya jiyanê dikin û wiha pê de çû: “Sepanên qeyûman, weke sepanên yekser mudaxileyî tevahiya herêmê dikin derdikevin pêşiya me. Em bûne şahidên xespkirina îradeyê û mafên bijartin û hilbijartinê. Bajarên ku qeyûm lê hatine tayînkirin, di nava bajarên herî zêde nekeyfxweş de ne, rêjeya întîharan lê zêde ye, tundiya li ser jinan û tundiya civakî zêde dibe. Piştî sala 2016’an, li Amedê bikaranîna tiryakê pir zêde bûye. Qeyûm, piranîparêziyê, tevlibûna jinan, jiyana pirzimanî, tevna dîrokî û civakî ya bajaran hedef digire. Tişta ku me ewilî dîtî, rakirina tabelayên bi kurdî bû. Her wiha saziyên perwedeya ziman didan, saziyên jinan hatin girtin. Çavkaniyên cewherî yên şaredariyan hatin talankirin.”    DEMÎR: RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ DIKARIN QEDERA ME BIGUHERÎNIN    Mehmet Demîr jî ji ewil gotina “erdnîgarî qeder e” bi bîr xist û wiha pê de çû: “Tişta sereke ya ku dê qedera me jî biguherîne, rêveberiyên herêmî ne. Erdogan bi pergala qeyûman re hemû normên hiqûqê binpê kir. Pergala qeyûman, nûjenîkirina ‘Plana Islehkirina Şerqê’ ye. Armanc dikin ku her tiştên aydê kurdan tune bikin. Ev ne tiştekî demkî ye. Divê em bizanin ku em dikarin bi têkoşîna xwe pêşî li vê bigirin. Tişta herî zêde Erdogan jê ditirse, tevgera jinê ye. Tevgera azadiya kurd jî li gorî feraseta ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinê û bi pergala hevserokatiyê tevdigere.”