Nobetên bi daxwaza ‘azadiyê’ didomin 2024-03-03 17:04:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li gelek bajaran berdewam kir.  Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk li gelek bajaran daye destpêkirin didome. Çalakî îro jî li gelek bajaran dom kir.    AMED   Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê hatiye destpêkirin di roja 90’an de berdewam kir. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq û edalet hatin berzkirin.” Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê gelek caran stranên berxwedanê gotin.    ÊLIH    Nobeta Edaletê ya li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 31’an de berdewam kir. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û nûnerên partiyên siyasî yên bajar hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên "Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Kesên tev li nobetê bûn têkildarî yekitiya kurdan axivîn. Di çalakiyê de gelek caran stran hatin gotin.    MÊRDÎN     Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê dabûn destpêkirin îro jî domandin. Perwerdeya zimanê kurdî îro jî hate domandin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin û li ser paketa darazê ya dawî ku li Meclisê hate qebûlkirin nîqaş hatin kirin.    Çalakvanan gotin ku bi vê paketa darazê re hiqûq bi temamî hatiye tunekirin û îktîdara AKP-MHP’ê dê di rojên pêş de polîtîkaya “dijminatiya kurdan” bidomînin.