Li Sêrtê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em rê nadin ku vîna me bin pê bikin 2024-03-03 18:23:30   SÊRT - Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Sêrtê Sofya Alagaş ku di vekirina buroya xwe ya hilbijartinê de axivî bal kişand ser xizmet nekirina qeyûm û wiha got: “Em ê ji bo xizmetê bên û em ê hewl bidin hemû pirsgirêkên bajêr çareser bikin, em rê nadin ku careke din vîna me bin pê bikin.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Taxa Sakaryayê ya Navenda Sêrtê bi tevlibûneke xurt buroya hilbijartinê vekir. Cihê ku buro lê hat vekirin bi alayên DEM Partiyê hatin xemilandin û stranên hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin gotin. Gelê taxê bi coşeke mezin tev li vekirina buroyê bû û bi saetan govend gerandin. Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, namzetê DEM Partiyê yê navçeya Tiloyê Kasim Yildiz, Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik, hevserokên navend û navçeyan yên DBP û DEM Partiyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad, Nûnertiya TUAY-DER’ê, BOTAN-DER û gelek kes tev li merasîma vekirina buroyê bûn.    ‘BAR DIKEVE LI SER MILÊN ME HEMÛYAN’   Di vekirinê de namzeta hevşaredariyê ya Sêrtê Safiye Alagaş axivî û da zanîn ku ew çawa ji bo hilbijartinê mal bi mal dixebitin, ew dê piştî hilbijartinê jî bi heman awayî ji bo xizmeta gel mal bi mal bigerin. Alagaş, anî ziman ku ew dê 31’ê adarê de hesaba qeyûman, zilm û zordariyê bipirsin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê hesaba binpêkirina vîna gelê xwe bipirsin. Weke hûn jî dibînin, ti xizmet ji bo gelê Sêrtê nayê kirin. Em ê ji bo xizmetê bên û em ê hewl bidin hemû pirsgirêkên bajêr çareser bikin. Em rê nadin ku careke din vîna me bin pê bikin, lewma bar dikeve li ser milê me hemûyan. Divê em baş bixebitin.”    ‘EM Ê ŞAREDARIYÊ DÎSA BIXIN XIZMETA GEL DE’   Piştî Alagaşê namzetê hevşaredariyê Mehmet Kaysî jî axivî û destnîşan kir ku divê ji bo serkeftinê xebatkeke baş bê kirin. Kaysî, diyar kir ku hemû saziyên kamûyê û waliyê Sêrtê ji bo AKP’ê dixebitin û wiha berdewam kir: “Divê em li dijî vê yekê ji her car zêdetir bixebitin. Weke hûn dizanin şaredarî niha kirine qereqol û xizmeta vî gelî de nîne. Lewma ez soz didim ku em ê şaredariyê dîsa bixin di xizmeta gelê Sêrtê de.”   ‘EM Ê HESAP JI WAN BIPIRSIN’   Herî dawî parlementer Sabahat Erdogan Saritaş derket ser dikê û bi lêv kir ku ji niha ve 31’ê adarê li wan pîroz be. Saritaş, diyar kir ku ew kesên pereyê gel didize û  bi alîgirên xwe re dixwin 20 sal in nas dikin û wiha domand: “Lê em niha dibêjin ku wê DEM bê devran bizivire. Em ê hesap ji wan bipirsin, em ê ji dizan, ji rantê, ji talanê, ji hişmendiya qeyûm û neyarê jinê û civakê, ji dijminê zimanê me hesap bipirsin. Bila gelê me ji be bawer be. Em dizanin Sêrt dilê Botanê ye, cihê tekoşîn û berxwedana kurdan e. Em ê herin yek û yek kiryarên van dizan eşkere bikin.”    ‘HETA TECRÎD RANEBE DÊ TEKOŞÎNA ME BERDEWAM BIKE’   Saritaş bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û da zanîn ku heta ev tecrîda li Girava Îmraliyê neyê şikandin, statuya gelê kurd neyê destnîşan kirin, heta gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê wekhev, azad nejî dê tekoşîna wan berdewam bike. Saritaş, bi domdarî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li vir sozê didin hemû hevalên xwe ku em ê teqez serbikevin. Wê neyarên gelan têkbiçin û wê gel, wekhevî û kurd serbikevin. Ev 40 sal in em tekoşîna xwe berdewam dikin û ev tekoşîn roj bi roj mezintir dibe, belavî hemû cîhanê bûye. Ev tekoşîn ji gelan re dibe hêz, mînak û îlham. Ew çiqas zilm û zordariya xwe mezin bikin jî, dê tekoşîna me jî ewqas mezintir bibe.”   (bzd/