Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo AKP'ê ray may tune ye! 2024-03-04 09:48:24   MÊRSÎN - Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê Kemal Goksoy diyar kir ku ew ê dengê xwe nedin desthilatê û banga "Deng bidin namzetên aştî û wekheviyê diparêzin."   Ji bo hilbijartinên ku dê rêveberên herêmî bên diyarkirin dê di 31'ê Adarê de sindoq bên danîn. Li qadan liv û tevgera partiyan a ji bo hilbijartinê didome, li gel bê ji gelek platforman jî banga "Dengê xwe nedin desthilatê" tên kirin. Berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê Kemal Goksoy jî diyar kir ku berpirsyarê hemû krîzên civakî, siyasî û aborî yên li welêt desthilat e û banga "Dengê xwe nedin desthilatê" kir.   BANGAWAZÎ   Goksoy got: "Em ji bo jiyaneke hevpar, ji bo avakirina komareke demokratîk têdikoşin. Em esasgirtina vîna gel, şaredarîvaniyeke şefaf û kolektîf diparêzin. Ji bo vê jî em daxwaza avakirina meclisên taxan dikin. Ji ber ku her gel bi pirsgirêkên xwe herêma xwe dizane."    Kemal Goksoy   Goksoy anî ziman ku ger gel di rêveberiyê de cih bigire dikare pêşî li gelek pirsgirêk û pêkanînên wekî ran tê û nelirêtiyê bê girtin û got: "Madem em bi hev re dijîn, bi hev re sûdê werdigirin, bi hev re bacê didin, wê demê em di rêveberiyê de cih bigirin û gotina xwe bêjin."    Goksoy polîtîkayên desthilatê rexne kir û destnîşan kir ku saziyên ked û demokrasiyê dengê xwe nadin namzetên desthilatdar. Goksoy got: "Hem em dengê xwe nadin, hem jî em bang li kesên ku difikirin jî dengê xwe bidin jî dikin ku dengê xwe nedin. Ji ber ku hêza me ya jiyana demokratîk bi vê rewşê ve girêdayî ye. Fikr, nêrîn û baweriya wan çi dibe bila bibe; ger em jiyaneke aştiyane, wekhevî û demokratîk bixwazin, divê em di vê hilbijartinê de dengê xwe nedin AKP'ê û alîgirên wê."    Goksoy got: “Niha qanûnên heyî hatine betalkirin. Pêwîst e em li hemberî rejîmeke ku ji rewşa îro ya ku em tê de ne jî paşde biçe, rabin. Ji ber vê yekê ev hilbijartin pir girîng e. Em ji vir dîsa bang dikin; ji bo aştiya civakî û siberoja welat divê gelê me di vê serdemê de dengê xwe bide namzetên ku demokrasî, ked, aştî û wekheviyê diparêzin."