Demîrtaş ê ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, muzakere dest pê bikin 2024-03-04 09:53:38   AMED - Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Alî Îhsan Demîrtaş diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê tecrîd bê rakirin û bi Abdullah Ocalan re muzakere bê destpêkirin.   Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demoktratîk çareserkirina meseleya kurd di 27’ê Mijdara 2023’yan de li girtîgehan dest pê kir, di roja 99'an de didome. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş tecrîda mutleq û greva birçîbûnê nirxand.   'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'   Demîrtaş anî ziman ku girtiyên ku bi wan re hevdîtin pêk anîne, ragihandine ku ger daxwazên wan neyên qebûlkirin ew ê çalakiya xwe heta hetayê bidomînin û got: "Tirkiey berê jî ev yek dît. Berê jî ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û çareserkirina meseleya kurd li girtîgehan grevn birçîbûnê hatibûn detspêkirin. Di van çalakiyan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Lewma divê ev tecrîd bê rakirin."   Demîrtaş destnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurd rasterast bi tecrîdê ve girêdayî ye û got: "Her ku di nçareserkirina pirsgirêka kurd de her israr bê kirin, tecrîd girantir dibe. Ev rewşa tecrîdê bi taybetî 36 meh in bûye nepêwendîdanîneke mutleq."   Demîrtaş anî ziman ku di lêkolînên xwe yên li girtîgehan de gelek binpêkirin dîtine û got ku odeyên girtiyên di greva birçîbûnê de ne hatine guhertin, tiştên pêwîst yên rojane yên weke xwê û lîmonê nadin wan û ji aliyê rêveberiyê ve gef li wan hatiye xwarin.   Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Alî Îhsan Demîrtaş   Demîrtaş bang li Wezareta Dadê kir û got: "Tecrîdê rakin. Ji bo xisareke zêde li jiyan û tenduristiya girtiyan nebe, divê daxwazên wan bên bicihanîn û tecrîd bê rakirin."   SERDANA CPT'YÊ   Demîrtaş Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) rexne kir ku di serdana xwe ya 13-22'ê Sibatê ya li Tirkiyeyê de neçûye Girava Îmraliyê û got: "CPT demek berê li Tirkiyeyê bû. Serdana girtîgehan kiriye. Dema mirov li girtîgehên ku CPT'yê serdana wan kiriye mêze dike, li van girtîgehan ji ber grevên birçîbûnê çalakî hene. Lewma neçûna Îmraliyê kêmasiyeke gelekî mezin e. Ji ber vê serdana CPT'yê ya li Tirkiyeyê bêwate ye."   ‘HIKÛQA NAVXWEYÎ'   Demîrtaş anî ziman ku tecrîd li dijî hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî ye û got: "Tecrîd jixwe li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê ye, lê pê re li dijî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê îmze danîne binî wan. Di vê mijarê de Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di sala 2022'yan de biryar girt ku Abdullah Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Lewma demildest divê ev biryara li dijî mafên mirovan ji holê bê rakirin."    Demirtaş pêvajoya ku di navbera 2013 û 2015'an de bi bîr xist û got: "Şande çûn Îmraliyê û pêvajoya aştiyê hat avakirin. Piştî ku ev pêvajoya aştiyê hat astengkirin, li Tirkiyeyê dîsa rewşeke pevçûnî dest pê kir. Ji bo aştiya civakî û çareseriya pirsgirêka kurd. Divê bi Ocalan re muzakere bên kirin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavên pêwîst bên avêtin. Ji ber ku civak ji vê pêvajoya pevçûnî ya ku zêdeyî 8 salan dewam dike gelekî bêzar bûye. Gelek êş kişandiye û her kes dizane ku tu fêdeyeke vê tune ye."    MA / Mehmet Guleş