Parêzerê Mandela Govender: Ocalan ji bo mirovan tîrêja hêviyê ye 2024-03-04 10:31:15   AMED - Parêzerê Nelson Mandela û endamê Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê Kîsten Govender diyar kir ku Ocelan ji bo mirovan tîrêjên hêviyê ye û wiha domand: “ Gerek em li Efrîqaya Başûr hîn bêhtir li ser pirsgirêkên kurdan hişyariyê ava bikin.”   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku ev bû 36 meh tu agahî jê nayê girtin. Bi awayeke “sîstematîk” bi navê cezayê disiplînê rê li ber hevdîtina parêzer û malbatê digirin û tê astengkirin. Tecrîda li Îmraliyê ji ber ku bi awayekî bêpergal tê domadin, parêzerên Şandeya Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji çar aliyên cîhanê kom bûne, li Tirkiye û Kurdistanê hevdîtin pêk anîn. Parêzerê Serokkomarê berê yê Efrîqaya Başûr Nelson Mandela Kisten Govender ku di nava heyetê de cih digire,  tecrîda li Îmraliyê tê domandin nirxand û bal kişand ser rewşa wekhev a Abdullah Ocalan û Mandela û da zanîn ku divê ji bo kurdan zêdetir deng bên bilindkirin.    DÎROKA JI DEST HATE REVANDIN   Govender, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji aliyê îstîxbarata Îsraîl MOSSAD û tirkan li dema Kenyayê ku li ser vexwendina Mandela dê biçûya Efrîqaya Başûr bi bîr xist û got, “Ev rewşeke gelekî xemgîn e” û wiha domand: “Heke hevdîtina Mandela bi Abdullah Ocalan re pêk bihata, di pirsgirêka kurd de Efrîqaya Başûr dikaribû bibûya aktorek pir bibandor. Efrîqaya Başûr bi ezmûna xwe ya li hemberî berxwedana apartheidê jiyabû, dikaribû li hember van pêkhatiyan jî rawestiya, tiştek nû ava bikira  û lê zêde bikira. Ev firsendeke dîrokî bû ji dest me çû."    ŞIBANDINA MANDELA Û OCALAN   Govender bal kişand ser şibandina navbera Mandela yê ku 27 sal an li Girava Rebbon girtî ma û Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê girtî ye û ev tişt anî ziman: "Ev rastî ye hebûna wan bi awayekî sembolik dişibîne hev didomîne û ji bo mirovan tîrêjek hêviyê ye ku gel jî bi vê fikrê ve girêdayî ye."   GER KU MANDELA Û ABDULLAH OCALAN HEV BINASIYAN…   Di berdewama axaftina xwe de Govender gotina Nelson Mandela ya navdar a “heke Filistîn ne azad be, Efrîqaya Başûr û cîhan qet ne azad e!” bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ger ku Mandela bi Abdullah Ocalan re hev binasiyan, wê bigota ger ku Kurdistan ne azad be, Efrîqaya Başûr û cîhan qet ne azad e.”   REWŞA AGAHÎNEGIRTINA JI ÎMRALIYÊ    Govender, diyar ku çawa ji Abdullah Ocalan agahî nayê stendin, bûye şahîdê  rewşa Mandela jî ku eynî tişt jiya bû û wiha pê de çû: "Mandela serokê gelê bindest bû. Di vê demê de dikaribû hindikahiyên spî ya bi hejmara qasî 2 milyonan bû û hejmara reş an jî bi qasî 30 milyonan bû bidest bixista, lê ev nekir. Leşkerên wan hebûn, çek û fîşekên wan û derfetên wan hebûn û desthilatdarî di dest gel de bû. Dema ku Mandela ji ber xiyanetê bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ma, dadger zanibû ku ew û 8 hevalên xwe nikarin bi cezayê darvekirinê re Mandela rû bi rû bihêle. Ev dibû sedema pirsgirêkan. Ji ber vê yekê zexta li ser hindikahiyan, ji bo rûbirûbûna hêza piraniyê herdem hikûmetê neçar dihêle ku hişyar be û li gorî welatên din hin tawîzan bide û qanûnan derbixîn e, da ku wî gelî di rêza duyemîn de bike xwedî maf.”    CUDAHIYÊN MANDELA HEBÛN   Govender diyar kir ku cudahî di navbera rewşa Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û Mandela ê ku li Greva Robben hatibû ragirtin de heye û axaftina xwe wiha qedand: "Mandela mehê carekê hevjîna xwe didît, mehê carekê bi parêzerên xwe re hevdîtin dikir û name dişand. Ev cudahîbûn hebû. Ev mafekî mîrovî ya navnetewî ye û ji dest mirovan nayê girtin. Ji ber vê ji bo hîn mafên zêde tekoşiyan. Lê ev bi gelek heval û girtiyên din re bi rêxistin bûn. Bi kurtasî li grava Robbenê dan û setendineke wan ya rêxistinî hebû. Rewşa Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê pêkhatiyên li Greva Robbenê gelekî derbas dike.”   MA / Mujdat Can