Qeyûm deynê xwe eşkere kir: 995 milyon û 625 hezar TL 2024-03-04 13:34:06   COLEMÊRG - Qeyûmê Şaredariya Geverê Omer Çîmşît deynê şaredariyê weke 995 milyon û 625 hezar TL ragihand.    Deynê Şaredariya Gever a Colemêrgê ya di bin rêveberiya qeyûm de hate eşkerekirin. Qeyûm û qeymeqamê navçeyê Omer Çîmşît got ku ji 29’ê sibatê ve di hesabên şaredariyê de 8 milyon û 302 hezar TL pere heye. Qeyûm Çîmşît ragihand ku deynê şaredariyê jî 995 milyon û 625 hezar TL ye.    SARI: MILYAREK Û 280 MILYON TL DEYN HEYE   Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin jî ragihandibû ku ji sala 2019’an heta 2023’yan bi giştî deynê şaredariyê milyarek û 280 milyon TL ye.