ROJEVA 5'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-05 09:00:00   * Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed diyar kir ku bi xweparastinê hem li dijî êrişa li ser jinan hem jî ya li ser axa wan şer dikin û bi gotina : “Şoreşa jinê ne tenê bi çekan, di heman demê de bi binesaziya fikrî bi ser ket. Em ê bi paş ve nekişin” 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.    * Siyasetmedara kurd Selma Irmak diyar kir ku Heke paradîgmaya “demokratîk, azadîxwaziya jinê û ekolojîk” a Abdullah Ocalan were bicihanîn dê têkiliyên mirovan-xwezayê, mêr û jinan, kes û civakê, dewlet û welatiyan ne li ser tunekirinê bin dê veguhere pergaleke ku bide jiyîn û got: “Paradîgmaya Ocalan civaka exlaqî û polîtîk pêkan dike.”   * Şaredariya Silopiyayê ya tevî texrîbata ku qeyûm hiştî jî di nava 5 salan de xizmetên girîng kir, serdema xwe bi vekirina Navenda Ziman Çand û Hunerê ya Eyşê Şanê bi dawî kir.    * Yekane xizmeta Feyat Asya yê ku cara duyemîn ji aliyê AKP’ê ve namzet hate nîşandan û deynên ceyranê yên Şaredariya Mûşê jî bi krediyê karî bide, bû navlêkirina Tayîp Erdogan a li cadeyekê.   * Parêzerê îtalî Nicola Giudice anî ziman ku tecrîda Îmraliyê pirsgirêkeke polîtîk e û anî ziman ku dê li dijî vê yekê zexteke siyasî li saziyên navneteweyî bikin.    * Mehtap Alîşan got ku amadekariyên wan ên ji bo Meşa Şevê ya Femînîst a Îzmîrê didomin û wiha got: “Em ê li dijî tundiya mêr-dewletê bi serhildana xwe kolanan dagirin.”   * Doza Kobanê dê bi parastina siyasetmedara girtî Sebahat Tuncel bidome. Beriya danişînê dê li pêşiya Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyanî bê dayîn. (10.00)   * Li gelek bajaran dê çalakiyên 8’ê Adarê bên lidarxistin. (10.00-15.00)   * Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê dê li gelek bajaran bidomin. (10.00-18.00)   * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê li gelek bajaran bidome. (11.00-16.00)   * Li bajarokê Gundikê Melê ya Şirnexê dê çalakiya “Adarokê” ku weke hatina biharê tê pênasekirin bê lidarxistin. (11.00)   * Şaxa ÎHD’a Êlihê dê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên li bajar li avahiya komeleyê eşkere bike. (12.30)   * Odeya Bijîşkan a Amedê dê têkildarî xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” li avahiya xwe daxuyaniyê bide. (12.30)