Yekane xizmeta AKP'ê ya li Mûşê: Navlêkirina Erdogan a li bûlvarê 2024-03-05 09:04:14   MÛŞ - Yekane xizmeta Feyat Asya yê ku cara duyemîn ji aliyê AKP’ê ve namzet hate nîşandan û deynên ceyranê yên Şaredariya Mûşê jî bi krediyê karî bide, bû navlêkirina Tayîp Erdogan a li cadeyekê.   Namzetê AKP’ê Feyat Asya ku di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de li Mûşê bi binpêkirinan hat ser rêveberiyê, di hilbijartinên 2024’an de carekê din bû namzet. Asyayê ku di Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de 2 hezar û 500 dengên derbasdar ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin betalkirin, bi ferqa 538 dengan hate ser rêveberiyê di 5 salan de şûna xizmetê bi deynan bû rojev.    Mûşa ku li gorî krîter û şert û mercên civakî û aborî yên Teşkîlata Plansaziya Dewletê li gorî asta pêşvebirinê hate sinifandin di nava 81 bajaran di rêza 79’emîn de ye, di encama polîtîkayên desthilatê de serdema herî xerab a çandinî û sewalkariyê ku çavkaniyên sereke yên debarê ne dijî. Li bajêrê ku kargehên silkan hatine taybetîkirin, kotayên li cotkaran tên kirin roj bi roj ji aliyê aborî ve bajêr xizan dikin. Li vî bajarê ku xizanî û kêmaniya hilberînê lê tê jiyîn, şaredariya ku AKP di rêveberiyê de ye, di nava 5 salên dawî de nekarî pirsgirêkên gel çareser bike.   SOZÊN DI SALA 2019’AN DE DUBARE KIRIN    Feyat Asya yê ku AKP’ê cara duyemîn weke namzet nîşan da, di civîna projeyan de sozên xwe yên di hilbijartinên 2019’an de dubare kirin. Li gelek taxên li bajêr xetên qenalîzasyonê nînin û li gelek taxan jî hema bêje binesazî tune ye. Gelê bajêr bertek nîşanî Asyayê tevî vê yekê îdia dike ku pirsgirêka binesaziyê bi temamî xelas kiriye da û anî ziman ku li gelek taxan av jî nayê malan û ava tê jî nayê vexwarin.    XIZMETA WÎ YA HERÎ MEZIN: JI ERDOGAN RE JEST   Asyayê AKP’î di nava 5 salan de navê Cadeya Girtîgehê ya di nav sînorên Taxa Yeniyê de ye rakir û navê Bûlwara Recep Tayîp Erdogan lê kir. Li bajarê ku hema hema projeyên ji bo jinan û zarokan qet nehatine kirin, tevî xizmetên nehatine kirin deynên şaredariyê pir zêde bûne.    DÎWANA MÛHASEBATÊ: ŞAREDARIYÊ SÎNORÊ DEYNAN DERBAS KIR   Dîwana mûhasebatê di rapora xwe ya têkildarî Şaredariya Mûşê de hişyarî kir ku şaredariyê sînorê deynan derbas kiriye û divê şaredarî ji bo sala 2022’yan herî zêde 274 milyon û 262 hezar lireyan bikariya deyn kiribûya lê hatiye tespîtkirin ku şaredariyê di dawiya sala 2022’yan de 322 milyon û 253 hezar lîre deyn kiriye.    DEYNÊ CEYRANÊ BI KREDIYÊ HATE GIRTIN    Asya yê AKP’î tevî ku ji bo sala 2023’yan budçeyeke 890 milyon lîreyî pêk tê hatiye veqetandin jî nekarî deynê xwe yê ceyranê bide, deynê ceyranê yê 50 milyon lîreyî pêk dihat bi kişandina krediyê girt.  Dîwana Muhasebatê her wiha di rapora xwe de diyar kiribû ku gelek tişt diviyabû bi rêya îhaleyê bihatina stendin lê bêyî li piyasayê lêkolînek were kirin bi rêya awansê hatine kirîn.   Di raporê de ev tespît hate kirin: “Di lêkolînan de derket holê ku rêveberiya şaredariyê di hinek tiştên di çarçoveya projeyan de kirîne li gorî usûlên Qanûna Hejmar 4734 tevnegeriyaye. Li şûna vê, awans daye personelên behsa xeberê û bêyî îhaleya wan were kirin û bêyî ku di piyasayê de lêkolînek were kirin ev tişt kirîne. Di vê çarçoveyê de ji bo organîzasyona ‘mîhrîcana berfê’ 265 hezar û 711 TL, ji bo organîzasyona ‘Projeya bi xêr hatî pitik’ jî 320 hezar û 327 TL pere hatiye xerckirin. Lêçûnên behsa xeberê di sala 2022’yan de hatiye diyarkirin û bi ser lîmîta temînkirina yekser re ye. Li hêla din, tevî ku di nava tiştên hatine kirîn de ronîkirina dikê, organîzasyona konserê û hwd. ên demkî hene jî, xuyaye ku têkildarî van tu peyman nehatine îmzekirin.”   MA / Rûken Polat