DEM Partiyê ji bo êrişa li Înegolê gilî kir 2024-03-05 11:08:45   BURSA - Hevserokê DEM Partiyê yê Bursayê Mehmet Denîz Buyukak destnîşan kir ku wan ji ber êrişa li dijî avahiyê partiya wan ê Înegolê gilî kirine û wiha got: “Em dizanin li pey êrişê hêzeke rêxistinkirî heye.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Înegola Bursayê namzetên xwe da nasîn û xebatên hilbijartinê da destpêkirin. Çend saet şûnde jî li dijî navçeyê bi biviran êriş hate kirin. Di êrişa duh bi şev de derî û paceyên avahiya navçeyê hatin şikandin. Di qeydên kamerayan de jî hate tespîtkirin ku kesê êriş kiriye bivir bi kar aniye û piştî êrişê jî bi bivir êrişî endamekî partiyê kiriye.     Hat destnîşankirin ku şexsê êriş pêk aniye, hatiye binçavkirin.   PIŞTÎ DANASÎNA NAMZETAN ÊRIŞ ÇÊBÛ   Têkildarî êrişê Hevserokê DEM Partiyê yê Bursayê Mehmet Denîz Buyukak ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku heman awayî, hewldana provakasyoneke din jî li dijî partiya wan çêbû. Buyukak, der barê mijarê de wiha got: “Me duh li Înegolê bi tevlibûneke xurt a gelê xwe danasîna namzetên xwe kir. Di wan kêliyan de hin hewldanên provakatîf li derdorê çêbûn û bi saya aqilê selîm me pêşî li vê yekê girt. Şev saet dora 21.00’an kesekî bi bivir êrişî avahiyê partiya me kir, derî û pace şikand. Li gel zirara madî, her wiha êrişî endamekî me kir. Piştî êrişê me bi gelê xwe re li pêşiya avahiyê partiyê bi dirûşma ‘Em ê rê nedin faşîzmê’ êriş şermezar kir. Em dizanin ku ev êriş kesekî bi tena serê xwe nekiriye û li pey êrişê hêzeke rêxistinkirî heye. Divê ev hêz werin eşkerekirin.”   Buyukak destnîşan kir ku wan têkildarî êrişa hatiye kirin gilî kirine.   ÊRIŞA LI DIJÎ DEMOKRASIYÊ    Namzetê Şaredariya Bajarê Mezina a Bûrsayê yê DEM Partiyê Îhsan Seylan jî der barê êrişê de wiha got: "Rayedarên emniyete wekî her carê ev êriş jî weke ku kesekî bi şexsî kiribe nîşan da. Lê belê em vê yekê li dijî xebatên xwe yên hilbijartinê yên li Bûrsayê û li dijî demokrasiyê dibînin. Em yek ji partiyên herî mezin ên li Tirkiyeyê ne. Divê lêpirsîna têkildarî êrişê baş were meşandin. Heke hinek jî ji dil bin, em li bendê ne ku hemû partiyên din ên siyasî têkildarî êrişê daxuyaniyê bidin û êrişê şermezar bikin."