Di serdegirtinên malan de tundî li bipnçavkiriyan hate kirin 2024-03-05 13:30:03   ENQERE - Di serdegirtinên malan ên li Enqereyê de kurê Ethem Ozgan hate binçavkirin. Ozgan got ku ji hêla polîsan ve hatine derbkirin û gefa kuştinê li wan hatiye xwarin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de îro serê sibehê li Enqereyê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de Lokman Sevkan Ozgan jî hate binçavkirin. Malbata Ozgan da zanîn ku di dema serdegirtina malê de polîsan ew derb kirine û gef li wan xwarine.    Bavê Ozgan, Ethem Ozgan wiha qala dema serdegirtinê kir: “Polîsan serê sibehê saet di 06.00’an de deriyê mala me şikandin û bi darê zorê ketin hundir. Çawa ku ketin malê, em tevek li erdê dirêj kirin û berê çekan dan serê me. Heqaret û çêr li me kirin. Ji me re gotin; ‘çi karê we li vir heye, careke din em ê ji bo kuştina we bên.’ Piştre jî zarokê me birin û çûn.”    Bav Ozgan, herî dawî jî wiha got: “Girtek girtin û weke ku tu tiştek nekiribin bi darê zorê bi me dan îmzekirin. Dîmen kişandin û bi darê zorê bi me dan gotin ku tiştek li vir nehatiye kirin. Ev nêzikatiyeke faşîzane ye, nêzikatiyeke dijminane ye. Em bi xiyanetê tawanbar kirin û heqaret li me kirin.”