Li buroya AKP’ê pevçûn derket 2024-03-05 15:34:59   RIHA- Li buroya hilbijartinê ya AKP’ê ya li navçeya Wêranşarê di navbera du koman de pevçûn derket.    Li buroya hilbijartinê ya AKP'ê ya li navçeya Wêranşarê ya Rihayê pevçûn derket. Hemwelatiyên li derdora buroyê pevçûna di navbera her du koman de bi telefonê qeyd kirin. Di qeyda telefonan de tê dîtin ku kursiyên plastîk bi ber hev ve diavên û kesek jî bi wesayîta xwe bi ser girseyê de diajo. Der barê sedema pevçûna di navbera herdu koman de tu agahî nehatin bidestxistin.