Li Gundikê Melê pîrozbahiya ‘Adarokê’ 2024-03-05 15:59:55 ŞIRNEX - Şaredariya Bajarokê Gundikê Melê bi tevlibûna sedan kesan çalakiya “Adarokê” li dar xist.  Her sal di nîva meha adarê de ji bo pîzokirina hatina biharê li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê pîzozbahiya “Adarokê” tê lidarxistin. Ev kevneşopî zêdetirî 300 salin didome û qet neguheriye. Bi nêzbûna meha remezanê re pîrozbahî îsal zû hate lidarxistin.    Pîrozbahî ji hêla şaredariya di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hat lidarxistin û bi sedan kes tev li bûn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî tev li pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî di saetên serê sibehê ya zû de dest pê kir û dîmenên rengîn derketin holê. Ji 7 salî heta 70’ê salî bi sedan welatî bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li çalakiyê bûn û govend gerandin. Piştî bangê nîvro welatiyan bi komî nimêja xwe kirin û piştre jî xwarin hate belavkirin.    Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.