Gulsum Elvan: Ne kesên ferman dane lê ez têm darizandin 2024-03-05 16:12:58   STENBOL - Dayika Berkîn Elvan, Gulsum Elvan û bavê wî Samî Elvan bi hinceta  ku “heqaret li Erdogan kirine” doz lê hatibû vekirin û danişîna 6’an hat lidarxistin. Gulsum Elvan bertek nîşan da û got: “Ne kesê ferman daye lê ez têm darizandin.”    Di çalakiyên Berxwedana Geziyê de zarokê bi navê Berkîn Elvan ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin. Dayik û bavên Berkîn Elvan, Gulsum Elvan û Samî Elvan bi îdiaya ku “heqaret li erdogan kirine” doz derheqê wan de hatibû vekirin. Danişîna 6’emîn a dozê li 43’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê at lidarxistin. Gulsum û Samî Elvan tev li danişînê bûn û parêzerê Erdogan hincet nîşan da û tev li nebû.    Gulsum Elvan di parastina xwe de got ku ji ber heqaretê tê darizandin lê ew bi xwe rastî heqaretê hatiye û ev tişt anî ziman: “Gelo derheqê heqareta li min hatiye kirin de heta niha tiştek hatiye kirin? Kesê digot ‘min ferman da ye’ nayê darizandin lê ez têm darizandin. Ma ji ber ku serokkomar e nayê darizandin? Mexdûra bûyerê ez im û darizandina min min mexdûr dike. Beraeta xwe dixwazim.”    Samî Elvan jî got ku ew parastina xwe ya berê dubare dike û daxwaza beraeta xwe kir.    Parêzerê Gulsum û Samî Elvan, Caner Kartal jî got ku dosyaya biryara mînak a PMME’yê pêşkeşî dadgehê kiriye û xwest beriya amadekirina mutalaayê ev biryar li ber çavan bê girtin. Kartal, daxwaza beraeta miwekîlên xwe kir.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Dadgehê biryara xwe ya navberê da û xwest ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozger re bê şandin û danişîn taloqî 10’ê îlonê kir.