Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga azadiyê 2024-03-05 16:35:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên ku tev li Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bûn, xwestin ku girtiyên siyasî bên berdan.    Çalakî û aktîvîteyên ku di asta gerdûnî de ji bo daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin didomin. Nobetên Edaletê yên malbatên girtiyan li Kurdistan û Tirkiyeyê dane destpêkirin berdewam dikin.    WAN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin meha sêyemîn li pey xwe hişt. Gelek kes tev li çalakiya li avahiya Rêxistina Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) berdewam dike bûn. Endamên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rêya Armûşê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê serdana çalakiya îro kirin.    Dayika Aştiyê Asya Ozlu, destnîşan kir ku yekane daxwaza wan aştî û demokrasiye û wiha got: “Bila ne dayikên leşkeran ne yên gerilayan ne jî yên polîsan negirîn. Yekane daxwaza me serbestberdana birêz Abdullah Ocalan e. Bila aştî û azadî were vê axê.    Dayika Aştiyê Fatma Aslanê jî bi gotinên “Hûn ji bo gavavêtinê li benda çi ne. Li bendê ne ku zarokên me jiyana xwe ji dest bidin?” bertek nîşanî desthilatê da.    Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    STENBOL    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sûltanbeyliyê di roja 85’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin.    Rêveberên DEM Partiyê yên Çekmekoy û Maltepeyê û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) ji bo piştgiriyê serdana Nobeta Edaletê kirin. Di Nobeta Edaletê ya bi biryardarî didome, malbatên girtiyan bi yek dengî azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin.    Nobeta Edaletê îro rêxistinên Çekmekoy û Maltepeyê yên DEM Partiyê dewr girtin.    ÎZMÎR    Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin di roja 34’emîn de berdewam kir. Gelek malbatên girtiyan tev li çalakiyên nobetê yên li Rêxistinên Konak û Menemenê yên DEM Partiyê didome bûn. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    Yek ji malbata girtiyan Hanîfe Gumuş a di nobeta ku li Rêxistina DEM Partiyê ya Konakê berdewam dike de axivî, bi bîr xist ku 34 roj in di Nobeta Edaletê de ne. Gumuş a bang li malbatên girtiyan kir, wiha got: “Divê girtiyên nexweş bên berdan.”   Gumuş, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî ev bang li jinan kir: “Tirk, kurd, ereb, çerkes, ermen, cihû kî dibe bila bibe em bang li herkesê dikin. Bila cilên xwe yên herêmî li xwe bikin û bên 8’ê Adarê. Ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Ez 8’ê Adarê li hemû jin û dayikên di girtîgehan de pîroz dikim.”   Çalakiyên nobetê bi serdanan berdewam kir.    AMED   Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê hatiye destpêkirin di roja 92’yan de berdewam kir. Di nobetê de pankartên “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî ji zindanan re bibin deng” hate daliqandin. Çalakvanên ku pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsand li xwe kirin, stranên kurdî gotin.    ‘EM LI CEM ZAROKÊN XWE NE’    Yek ji malbatên girtiyan Şadiye Hayme ya diyar kir ku ji bo Abdullah Ocalan di nobetê de ye wiha got: “Tecrîd li ser zarokên me ye. Ev zext li ser me hemûyan e.” Hayme bang li Wezareta Dadê kir û wiha got: “Bila Abdullah Ocalan demildest bi parêzerên xwe û malbatê re hevdîtinê bike. 3 sal in bi kesê re hevdîtin nekiriye. Dengê li derve esas nayê girtin. Zarokên me yên di zindanan de dibêjin ‘heke ev tecrîd bi dawî nebe, em ê bikevin rojiya mirinê’. Mînaka zilma li wan tê kirin li tu deran nîne. Zextê li zarokên me dikin, zulmê li wan dikin, em jî dayikên wan e. Em naxwazin cenazeyên wan ji girtîgehan derkevin. Bila Wezîrê Dadê destê xwe deyne ser wijdana xwe, em li pey doza zarokên xwe ne.”   ‘EZ BERXWEDANA WE SILAV DIKIM’    Hevseroka Giştî ya Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî serdana malbatên girtiyan ên di çalakiyê de kir. Ûçar, bi bîr xist ku di navbera 1 û 15’ê sibatê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” , “Meşa Mezin a Azadiyê” li dar xistin û got: “Di meşa me ya 15 rojan de, ku partî, sazî û dayikên me ziyaret kirin, me bi zelalî diyar kir ku pirsgirêka kurd dikare bi rêbazên demokratîk çareser bibe û divê azadiya Birêz Ocalan êdî pêk were.”   Ûçar, destnîşan kir ku her cihê ku çûnê bi awayekî bicoş hatine pêşwazîkirin û wiha berdewam kir: “Ne tenê gelê Kurd, hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn xwedî daxwazeke gelekî cidî ya aştiyê ne. Di vî warî de pêşketin çêbûye û her kes dizane ku yekane kesê ku di vê mijarê de berpirsyarî girtiye ser milê xwe Birêz Ocalan e ku di destê wî de tenê projeyek heye ku pêvajoya ku xistine sarincê careke din veguherîne muzakereyekê û ji bo hawireke ku gelê kurd karibe bi hêsanî ziman, nasname û nirxên xwe bijî peyda bike. Ji ber wê yekê 25 sal in bi tecrîdeke gelek giran re rûbirû ye… Em hewl didin vê têkoşînê hîn bêhtir mezin bikin û diyar bikim ku her gotin û berxwedana we ji bo me dema em vê têkoşînê dimeşînin gelekî hêja ye. Me her kesên li vî welatî li ser navê demokrasiyê xwedî gotinekê ne vexwendin ku bibin parçeyekî vê pêvajoyê. Bi rastî jî ne zehmet e. Desthilat li her cihê ku dibêje ‘pirsgirêka kurd çareser nabe’ di serî de li têkoşîna dayikên me binêre dê bibîne ku deriyê aştiyê çiqasî vekiriye. Ez dîsa berxwedana we silav dikim, em li cem we ne. Di vê mijarê de çi ji destê me bê em bikin.”   Di nobetê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    ÊLIH    Li Êlihê Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUAY-DER) li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 34’an de berdewam kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforman Ked û Demokrasiyê ya Êlihê serdana nobetê kirin.    Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li bajar hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên "Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin.    Çalakî stran û dirûşman berdewam kir.