ROJEVA 6’Ê ADARA 2024’AN 2024-03-06 09:00:10   * Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî diyar kirin ku polîtîkaya wan ya rêveberiya herêmî perspektîfeke berfireh dide pêşiya wan û wiha gotin: “Em ê vî bajarî bi hev re rê ve bibin.”   * Hevberdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku li Efrînê revandin, komkujî û talankirina xwezayê dewam dike û wiha got: “Darên Efrînê hatin birîn. Daristanên wê hatin tunekirin. 500 hezar darên zeytûnan hatin birîn. Efrîn a bi dar û ber, bû çolistan."   * Parêzera Ahmet Gun ê ku ji aliyê cerdevanan ve hat qetilkirin Ozum Vûrgûnê diyar kir ku ew bi tu awayî nikarin xwe bigihînin dosyeyê û got: "Ev 80 roj in ku em nikarin xwe bigihînin naveroka dosyeyê. Kujer ji aliyê darazê ve tên parastin."    * Endama Komîsyona Jinan a OHD'ê Yasemîn Soydan nirxand û got: "Di lîteratûra hiqûqî de feraseteke bi navê 'bêcezakirin' derketiye holê." Nêzîkatiyeke ku kiryar diparêze tê kirin."   * Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz got ku ji bo rêya ber bi çareserkirina meseleya kurd ve 3 gav hene û wiha bi rêz kir; guherandina şert û mercên fizîkî yên Abdullah Ocalan, bidawîkirina polîtîkayên tasfiyekirina tevgera siyasî ya kurd û avakirina binesaziya cemaweriyê.   * Jinên ji bo mitîngên 8’ê Adarê ku dê li Wan û Amedê werin lidarxistin, banga tevlibûnê kirin û gotin: “Em li dijî tunehesibandinan dengê xwe bi  dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bilind bikin.”    * Hat destnîşankirin ku mafê dermankirinê yê girtiyê muebeta giran ê di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê de tê ragirtin Berzan Guneş tê astengkirin, nayê hiştin ku bi girtiyên din re were cem hev û tê tecrîdkirin.    * Parêzera swêdî Yasmîn Sazvar a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku "Sembola berxwedaneke polîtîk e" û got: "Hevdîtina bi malbat û parêzeran re li her devera cîhanê mafê her girtiyekî ye."    * Li gelek bajaran dê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bên lidarxistin. (11.00-18.00)   * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê li gelek bajaran bidome. (11.00-16.00)   * DEM Partî dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek bajaran çalakî û xwepêşandanan li dar bixe. (11.00.18.00)   * Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Sevda çelîk Ozbîngol dê têkildarî ewlehiya hilbijartinê li navenda giştî daxuyaniyê bide. (12.00) ZINDÎ