Parezera Gun 80 roj in nikare xwe bigihîne dosyeyê 2024-03-06 09:03:05 ŞIRNEX - Parêzera Ahmet Gun ê ku ji aliyê cerdevanan ve hat qetilkirin Ozum Vûrgûnê diyar kir ku ew bi tu awayî nikarin xwe bigihînin dosyeyê û got: "Ev 80 roj in ku em nikarin xwe bigihînin naveroka dosyeyê. Kujer ji aliyê darazê ve tên parastin."    Endamê Meclisa Şaredariya bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê û rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê bajarokê Ahmet Gun, di 11’ê kanûnê de li gundê Taloka yê girêdayî bajarokê Sêgirgê di êrişekê de hat qetilkirin. Kurê wî Abdurrahîm Gun jî birîndar bû. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hatibû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de ji bersûcan cerdevanê teqawîd Enver Babat ê 60 salî û Ebûbekîr Babar hatibûn binçavkirin û bi sûcê “Kuştina biqestî” hatibûn girtin. Her du kesên ku wekî kujerên Ahmet Gun tên ditin, di 29'ê sibatê de hatin tehliyekirin. Der barê geşedanên di doza Gun de û tehliyekirina bersûcan de parêzera malbata Gun Ozum Vûrgûnê û xwarziyê Ehmed Gun, Cemîl Gun axivîn.    'EM NIKARIN XWE BIGIHÎNIN DOSYAYÊ'   Vûrgûnê diyar kir ku 85 roj in ku di dosyayê de guhertinek çênebûye û got ku geşedanên di dosyeyê de diqewimin ji wan tên veşartin û wiha axivî: "Bi rastî, dosye weke roja ewil maye. Piştî kuştina Ahmet Gun û birindarbûna Abdurrahim Gun tu guhertin çênebû. Serdozgerî û Dadgeha Cezayê Sulhê behsa guhertinên di dosyeyê de dikin û behsa îhtimala guhertina cewherê sûc dikin. Di dosyeyê de biryara nepenîtiyê ya derqanûnî heye. Em nikarin xwe bigihînin dosyayê. Daxwazên me yên der barê lêpirsînê de hemû tên red kirin. Tê gotin ku gumanbarekî mafê xwe yê bêdengiyê bi kar aniye, lê tê gotin ku wî sûcê xwe îtîraf kiriye. Axaftinên me yên bi dozgerî û dadgeriyê re di derbarê vê dosyayê de jî dozger û dadger dibêje,' Erê mirinek heye, em qebûl bikin ku ew kes e ku dikuje, her çiqas li gorî me ne wisa be. Kê gule berdan Abdurrahim Gû? Di vê dosyayê de tenê kesek kuştî heye û weke ku kesek birîndar nebûye tê muamelekirin û nêrînek wiha derketiye holê. Lê sûcdarek jî heye."    Vûrgûnê wiha domand: "Em bînin bîra xwe ku dosya hêj di qonaxa lêpirsînê de ye. Dozgeriyek heye ku birîna guleyê nizane. Helbet em weke  tişteke asayî dibînin ku ew nizanibin. Abdurrahîm Gûn dikeve emeliyata xwe ya 7'an.Dibe ku piştre careke din emeliyat bibe, îfadeya wî carekê li nexweşxaneyê bi talîmatê hat girtin û heta niha li dozgeriyê îfadeya wî nehatiye girtin. Raporên nexweşxaneyê hêj di dosyayê de cih negirtine. Yek Abdurahhim Gun heye ku ne şandine ATK'ê. Ez ê wekî ku dozger ji me re gotine bibêjim 'mirinek heye û sûcdarek jî heye, ev dosye, şerê du malbatan e, me sûcdar dît, me biryara xwe da û serbest berdan' em dibêjin em vê yekê qebûl nakin. Em ê dîsa daxwaza girtinê bikin."   'KUJER JI ALIYÊ DARAZÊ VE TÊN PARASTIN'   Vûrgûnê anî ziman ku ew nirxandinên dozgeriyê bi ti awayî qebûl nakin û diyar kir ku kiryar ji aliyê darazê ve tên parastin. Vûrgûnê komkujiya ku di 30'ê Tîrmeha 2021'an de li navçeya Meram a Konyayê di encama êrişa nîjadperest a li hemberî malbata Dedeoglûllari de 7 kurdên ji heman malbatê hatin qetilkirin û darizandina nehiqûqî ya piştî komkujiyê bi bîr xist û got: “Em li nirxandinê dinêrin û van nirxandinan jî qebûl nakin. Têkoşîna me ya hiqûqî wê dîsa bi daxwaza girtinê bidome û îtîrazên me jî wê bidomin. Em ê bibînin ku me ji vê pergala edaletê tiştek hêvî nedikir. Komkujiya Dedeogûllari ya li Konyayê ku hatiye kirin û encama we ya darazê li ber çavane. Ewlehiya malbata Gun tune ye. Dema ku tiştekî têkildarî ewlehiyê ji dozgerî û dadgeriyê re tê gotin dibêjin, 'Eger wan bikira, dê heya niha bikirana' dibêjin. Ev dosya ne dosyaya dijminatiya du malbatan e. Ev dosya cînayeteke siyasî ye. Hûn qebûl bikin û nekin rastî ev e. Bila ji dadgeha herêmî, darazê û hemû rêyên hiqûqî yên navxweyî yên li welêt bizanibin ku ev dosya dosyaya dijminatiyê ye. Ew çi bêjin bila bibêjin di encamê de,  ev ê daraza Ewrupayê de jî dawiya dawî weke cînayeteke siyasî bê nirxandin. Ahmet Gun mîna birayê xwe yê ku salên 90'î hatiye qetilkirin hat qetilkirin. Heger kurê wî bi xwe re nebûya, dibe ku meçhûl biba.  Kujerên Ahmet Gun niha ji aliyê darazê ve tên parastin."    'BIRÎNA ME KÛR KIRIN'   Biraziyê Gun, Ehmed Gun jî bertek nîşanî berdana kujeran kir û ev tişt got: "Qeymeqam û Walî hatin serdana malbatê kirin. Moral dan malbatê û gotin,' kujer dê bên berdan û bi hiqûqeke xweser kujerên wî dê bên berdan' piştre malbatê jî bi Walitiyê re hevdîtin pêk anîn. Walî jî soza xwe ya cezakirina kujeran dabû. Lê tehliyekirina kujeran em pir êşandin, hêviyên me şikandin. Me digot,' darazeke xweser  û serbixwe dê kujeran ceza bike' lê doz venekirin û nayê ditin. Abdurrahim di nexweşxaneyê de ye û îfadeyê wî nehate girtin. Ev 8 carin ku emeliyat dibe. Di nexweşxaneyan de emeliyetan de ye. Ev kes hatin tehliyekirin. Ev kesên ku bi awayeke  plankirî çûn hevalê Ehmed qetilkirine û kurê wî jî birîndar kirine hatin berdan. Vê tehliyeyê birîna me kûr kir. Weke ku hevalê Ehmed nû hatiye qetilkirin. Ev 2 meh bûn ku hatine girtin, di nava 2 mehan de çawa dikarin biryara tehliyeyê bidin? Hiqûq çi be bila pêk bînin. Weke malbata Gûn hiqûqî çi pêwîst bike em ê bikin. Hewceyî ku derê be em ê serlêdana xwe bikin. Em ê dev ji doza xwe bernedin."    'TU EWLEHIYA ME NÎNE'   Gûn di berdewama axaftina xwe de, da zanîn ku ew ê tekoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û got: "Hevalê Ehmed li ser axa xwe hat qetilkirin. Beriya wê jî gef lê dixwarin. Ev tiştê ku hatiye kirin sûcê mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin. Ev mirove 30 salan beriya niha ji gundan hatine ser gundên me. Lê niha deşt û zozanên me ji me qedexe kirine. Axa me ji me qedexekirine. Birayê hevalê Ehmed jî  1986'an ji aliyê heman hêzan ve hate qetilkirin û cenazeyê wî jî nehate dîtin. Hevalê Ehmed jî hate qetilkirin ev heta ku bidome. Ev bûyereke ne edlî ye, ev bûyer bi plankirî hatiye kirin. Ev bûyer di hilbijartina serokkomariyê de mudexeleya wan a li ser sindoqan destpê dike. Niha jî dibêjin hûn gili ji van kujeran neke da ku tiştên mezin çênebin. Tu ewlehiya me li wir nine. Ev nêzîkatiye darazê moral dide wan û sûce ku wan kiriye normal dike. Ev kujer ji herkesî re gefek in."    MA / Zeynep Dûrgût