Parêzera Swêdî Sazvar: Abdullah Ocalan sembola berxwedaneke polîtîk e 2024-03-06 09:50:46 AMED - Parêzera swêdî Yasmîn Sazvar a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku "Sembola berxwedaneke polîtîk e" û got: "Hevdîtina bi malbat û parêzeran re li her devera cîhanê mafê her girtiyekî ye."    Kampanyaya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di binê tecrîdeke giran de tê ragirtin û çareseriya siyasî ya ji bo pirsgirêka kurd li Ewropa û tevahî cîhanê ku dest pê kiriye ket konaxa xwe ya duyemîn. Li gelek welatan parêzger, siyasetmedar, nivîskar û ronakbîr ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xebatan dimeşînin. “Delegasyona Hiqûqnasên Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê” li Amed û Stenbolê rojên derbasbûyî hin rêze serdan kirin. Ji heyeta ku van xebatên xwe dê bike rapor endamê Delegasyona Huqukî a Navnetewî ya li hember Tecrîdê Parêzerê Swêdî Yasmîn Sazvar, derbarê dan û stendinan de nêrînên xwe bi me re parvekirin.   HEVDÎTINA BI MALBATÊ Û PARÊZERAN RE MAFEK E   Sazvar diyar kir ku 3 sal in der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de tu agahî nayê stendin ev yek dibe sebebê fikarê û wiha got: “Ez bi hêvî me ku di xalekê de em ê karibin bi awayekî li ser dewleta Tirkiyeyê bandorekê avabikin û nêrînan bidin pêş. Ji ber ku hevdîtina bi malbat û parêzeran re mafekî bingehîn e. Di heman demê de bi awayekî adilane dadgehkirin mafekî mirovî ye.”     SEMBOLA BERXWEDANEKE POLÎTÎK E   Sazvar bal kişand ser rêbertiya Ocalan û rewşa ku tê de ye û wiha domand: “Ew tevgerekê sembolîze dike. Bi birdozî, gotin û berhemên ku nivîsandiye balê dikişîne ser xwe. Sembola berxwedaneke polîtîk e.” Sazvar, anî ziman ku bi fikr û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên entelektuel gelek zilaman ji wî hin tişt hîn bûn e wiha lê zêde kir: “Ji bo zilamên di nava civakê de Abdullah Ocalan modeleke pir baş ya nû daniye holê. Heke ji bo wekheviyê pê re mijûl bibe, dê wekhevî ji bo herkesê be.”   ‘EM Ê FIKRÊN WÎ BELAVBIKIN’   Sazvar destnîşan kir ku serdanên hatin kirin ji bo wê gelek hestiyarî û bibandor bûn û wiha berdewam kir: “Bi vê heyetê re em ê raporekê amade bikin û vegotina ku em hîn bûne ewilî em ê belav bikin. Ji bo min ev hevdîtin bû sebebê bandoreke dilînî. Ji ber ku min nizanibû rewş ewqasî kûr e. Agahiyên ku me wergirtine em ê belavbikin. Yek ji pirsgirêkên di pêvajoya NATO'yê ya Swêdê de derket holê jî dê têkiliyên Tirkiyeyê-Swêdê de Tirkiyeyê Swêd bi alîgiriya PKK'ê sûcdar dikir. Ji ber vê bala çapemenî û raya giştî ya Swêdê li ser vê xalê ye. Ji ber vê yekê ez difikirim ku pêwîst e em li vir van agahiyên belav bikin.”   Sazvar qala nêrînên xwe yên weke şande têkildarî zextên li ser ziman kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke keseke li cîhanê geriya me di heman demê de ji bo gelê kurd jî bi fikar im. Ez difikirim ku mafê gerdûnî ye ku gelê kurd bi zimanê xwe biaxive û bi zimanê xwe yê dayikê bi perwerde bibe. Li gelek cihên cîhanê gelên herêmî û zimanê herêmî hene lê rewşa li Tirkiyeyê pir cuda ye. Ji ber nasnameya kurdbûnê gelek kes rastî êrîş û tundiyê tên ku mirov xemgîn dike.”     MA/ Mujdat Can