Ji meteorolojiyê hişyariya berf û barana zêde 2024-03-06 10:18:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê bajarên Dêrsim, Çewlig, Êlih, Qers, Wan, Amed û Erzînganê ji bo şilopeyê û bajarên Stenbol, Kocaelî, Edene, Antalya, Hatay, Mêrsîn, Enqere û Eskîşehîrê jî ji ber barana zêde hişyar kir.    Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM); tê texmînkirin ku li rojhilatê herêma Marmarayê, herêmên hundir ên Egeyê, li rojhilat û herêmên navîn ên Behra Spî, Anatoliya û li Kurdistanê dê berf û baran bibare. Midûriyetê da zanîn ku dê li deverên bilind ên herêmên hundir ên rojhilatê Behra Reş û bakur û rojhilatê Kurdistanê şilope biare û ev barîn dê li bajarên weke Edene, Osmaniye, Mereş, Qeyserî, Sêwas, Gîresun, Trabzon, Rîze, Erzîngan, Dêrsim, Çewlig, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê zêde be.    Di heman demê de midûriyetê ji ber aşûtan hişyarî da bajarên li rojhilatê Behra Reş û yên li bakur û rojhilatê Kurdistanê. Ji bo bajarên Edene, Antalya, Çewlig, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Hatay, Mereş, Sêwas, Dêrsim, Êlih û Osmaniyeyê jî bi koda zer hişyarî da.