Walî malovaniya Agarê berpirsyarê cînayetên kiryarên nediyar e kir 2024-03-06 13:38:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Walîtiya Xarpêtê li meqamê xwe malovaniya Mehmet Agar ê ku weke berpirsyarê kuştinên kiryarên nediyar tê nîşandan kir.    Li Xarpêtê walî, şaredar, fermandarê cendermeyan û midûrê miduriyeta polîsan malovaniya Wezîrê Karên Hundir ê berê Mehmet Agar ê weke berpirsyarê cînayetên kiryarên nediyar ên di salên 1990’î de qewimîn e û ji Doza Sûsûrlûkê ji ber sûcê “avakirina çeteya çekdar” mehkûm bû, kirin. Lawê Agar, Tolga Agar ku parlamenterê serdema 27’an ê AKP’ê bû jî di serdanê de cih girt.    Rêveberê çeteyê yê têkiliya wî bi dewletê re Sedat Peker, di îtîrafên xwe yên bi dîmenên derveyî welat weşandin de ji bo Agar gotibû “serokê dewleta kûr”.