Binçavkirinên li Pirsûsê hatin protestokirin 2024-03-06 14:50:00 RIHA - Li Pirsûsê binçavkirinên îro li navçeyê hatine kirin hatin protestokirin û wiha hate gotin: “Îktîdar û darazê li Pirsûsê starta hilbijartinê dan."   Îro di danê sibehê de li Pirsûsê hevseroka navçeyê û namzetên endamtiya meclisa şaredariyê jî di nav de 15 kes di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê bi daxuyaniyekê ev binçavkirin protesto kir. Daxuyanî li ber buroya hilbijartinê ya Pirsûsê hate dayîn û gelek kes tev li bûn.    Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçî di daxuyaniyê de wiha got: "Îktîdarê û darazê li Pirsûsê starta hilbijartinê dan. Gelê têkoşer ê ku hûn nikarin îradaya wê bişkînin, têkoşîna xwe didomîne. Em vê helwestê qebûl nakin û dixwazin demildest hevalên me yên hatine girtin, werin berdan.”    Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî ev tişt gotin: “Gelê Pirsûsê tu caran li dijî polîtîtîkayên zextê yên desthilatê serê xwe netewand. Tim di sindokan de îradeya xwe nîşan da. Desthilata ku dizane dê Pirsûsê bi dest nexe, bi bikaranîna hêza dewletê û polîtîkaya qeyûm, gelê Pirsûsê ceza dike.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Zext dê nikarin me têk bibin" bi dawî bû.