Namzeta CHP’î DEM Partî hedef girt 2024-03-06 16:34:11   AFYON - Namzeta Şaredariyê ya Afyonê ya CHP’î Bûrcû Koksal di vekirina navenda koordinasyona hilbijartinê ya partiya xwe de DEM Partî hedef girt û wiha got: “Dema ku ez hatim hilbijartin ji bilî DEM Partiyê, dê deriyê şaredariyê ji hemû partiyan re vekirî be.”    Tevî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, namzeta şaredariyê Bûrcû Koksal, Endamê Meclisa Partiyê Yalçin Gorgoz, Serokê Bajar Faruk Duha Erhan tev li vekirina navenda koordinasyona hilbijartinê ya Afyonkarahîsarê bûn.    Namzeta Şaredariyê Bûrcû Koksal di axaftina xwe ya vekirina navenda kordînasyonê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hedef girt. Koksal di axaftina xwe ya de wiha got: “Dema ku ez hatim hilbijartin ji bilî DEM Partiyê, dê deriyê şaredariyê ji hemû partiyan re vekirî be.”